Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
- rojane
- 11:29 20/9/2023
Li Amedê temenê bikaranîna hişbirê daket 12 saliyê û di sala 2023’yan de 2 hezar 173 kes jî bi sedema hişbirê hatin darizandin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr anî ziman ku bazirganiya hişbirê belavî dibistanan bûye û got ku tevdîrên pêşîlêgirtinê şert in.