NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Bendava Tişrînê bombebaran dikin.
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêr li dijî Bendava Tişrînê û derdora wê êriş dabûn destpêkirin û ev êriş didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên bi topan tên kirin daxuyanî da û ragihand ku komên girêdayî hikûmeta demkî bi topan û çekên giran êrişî bendavê û derdora wê dikin.
HSD’ê, da zanîn ku ev êrişên li dijî tesîsên xizmetê û sivîlan gefeke mezin bi xwe re tînin. HSD’ê, diyar kir ku ji van êrişan Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsyar e û ew jî xwedî wî mafî ne ku di çarçoveya paratina rewa de sivîlan û tesîsên xizmetê biparêzin.