PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir

  • rojane
  • 16:54 19 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê careke din ber bi herêmên Sîdekan û Biradostê ve sewqiyata leşkerî kir. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; PDK’ê ber bi herêmên Sîdekan û Biradostê ve wesayîtên leşkerî û hêzên taybet sewq kir. Hat zanîn ku ji bo her du herêman zêdetirî 400 leşker û gelek wesayîtên zirxî sewq kirine. 
 
PDK’ê di 13’ê îlonê de jî ber bi herêmên Biradost û Sîdekanê ve bi 200 wesayîtan hêza operasyonê ya leşkerî sewq kiribû.