ENQERE - Hevserokên Giştî yên OHD’ê di civîna 13’an a komîsyona li Meclisê de axivîn û gotin ku cîbicîkirina “Mafê hêviyê” ji bo demokratîkbûnê dê bibe gavekî girîng.
Hevserokên Giştî yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray di civîna 13’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivîn. Çakmak, anî ziman ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re firsenda avakirina mercên jiyaneke wekhev û azad a gel, nasname, bawerî, zayend û ekolojiyê ava bûne û got: “Komeleya meji bo demokratîkbûna welat vê firsendê pir girîng dibîne. Ji damezirandina komarê heta niha li welat têgehên doza siyasî yan jî doza polîtîk heye. Di demên cuda de derdorên cuda bi vê re hevrû man lê rastiyek heye. Ji darizandina Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Doza 49’an heta Derbeya 60’ê, ji Derbeya 80’ê heta Derbeya 90’ê gelek mînakên van dozan hene. Darizandinên di pêvajoya OHAL’ê de, rastiya dozên polîtîk ên vî welatî radixin ber çavan. Divê were destnîşankirin ku ev darizandin, her wiha bi rejîmên îstîsnaî tên kirin.”
‘TAYÎNKIRIN TÊKILIYA HIQÛQ Û SIYASETÊ RADIXIN BER ÇAVAN’
Bi domdarî Çakmak anî ziman ku darizandinên behsa xeberê, têkiliya di navbera daraz û îktîdara siyasî de û têkiliya hiqûq-îktîdarê radixe ber çavan û got: “Heke em nîqaşekê li ser bêalîtiya darazê û serbixwebûna wê bikin, divê em mentiqa doza polîtîk û feraseta darizandinên îstîsnaî jî binirxînin. Di vê çarçoveyê de, hewceye em xebatên ku guhertinên di yasayan de dikin jî binirxînin. Her wiha, aliyekî din ê serbixwebûna darazê jî, sererastkirinên şiklî yên di yasayan de hatine sererastkirin lê di pratîkê de rê li ber pirsgirêkên cidî vedikin e. Mînaka vê ya herî şênber jî ew e ku endamekî AYM’ê yekser ji hêla serokekî giştî yê partiyeke siyasî ve tê tayînkirin. Ya din jî tayînkirina endamên Desteya Dadger û Dozgeran a ji hêla serokkomar û Meclisê ve ye.”
‘HEWCEYE TAYÎNÊN DARAZÊ JINÛVE BÊN SERERASTKIRIN’
Di berdewamê de Çakmak anî ziman ku ji dîroka komarê heta niha kevneşopiya tayînên burokratîk heye û wiha pê de çû: “Gelo çi ye ev kevneşopiya tayînên burokratîk? Mixabin biqasî di dadger û dozgeran de, di burokrasiya jor de jî em gelek rast tên. Diyarkirina dadger û dozgeran a ji hêla îktîdara siyasî ve, li pêşiya serbixwebûna darazê jî astengiyeke mezin e. Ji bo darazeke bêalî û serbixwe, divê rêbazên diyarkirina avadaniya lijneya dozgeran, şêweyên xebatê û bi taybet jî diyarkirina endaman were guherandin.”
‘HEWCEYE ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ BÊN RAKIRIN’
Çakmak, cih da rexne û pêşniyarên xwe yên têkildarî bikaranîna mafê zimanê dayikê yê li Tirkiyeyê jî û got: “Weke ku tê zanîn, mafê zimanê dayikê tê wê wateyê ku kesek bikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe, di qada cemaweriyê de bi kar bîne û çanda xwe bijî. Weke metna giştî hem ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY), hem di xalên 2’yemîn û 26’emîn ên Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û hem jî di Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî de ev maf hatiye qebûlkirin. Di Peymana Zimanên Xwecihî û Kêmaniyan a Ewropayê û Peymana Mafên Zarokan de jî Tirkiyeyê ev xal qebûl nekiriye. Bi qebûlkirina van xalan re dikare di astengiyeke mezin were rakirin.”
‘DIVÊ ZIRARÊN MAYIDE BÊN TELAFÎKIRIN’
Çakmak, destnîşan kir ku bi valakirina gundan re avadaniya civakî û ekosîstemê guheriye, bi şewitandina daristanan, bi birîna daran û bi çêkirina bendav û rêyan re pergala ekolojîk a li herêmê hatiye rexrîbkirin û wiha pê de çû: “Hewcehî bi guhertinên cidî heye. Ji ewil divê qanûnên weke Qanûna Hawirdorê, Qanûna Madenan, Qanûna Çêregehan, Qanûna Piyasaya Ceyranê û gelek qanûnên din ên bi leha şîrketan e û di çarçoveya Qanûna Destûrê de ne, jinûve bên destgirtin û sererastkirin. Divê zirarên mayinde yên ji ber xeletiyên şer derketine holê, bên telafîkirin. Divê birîna daristanan û şewatên daristanan ên ji ber mudaxileyê tên kirin, bên sekinandin.”
‘DÊ RÊ LI BER GELEK GEŞEDANÊN DEMOKRASIYÊ VEKE’
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray jî got ku heke “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin dê ji bo hemû girtiyên siyasî pêşketineke mezin bibe û ev tişt anî ziman: “Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina tenduristiya civakê jî gavekî girîng be. Li gorî min bi mafê hêviyê re dê rê li ber gelek geşedanên demokrasiyê jî veke. Li girtîgehan, krîzeke însanî tê jiyîn.”
‘REWŞÊN ÎSTÎSNAÎ VEGUHERÎN QEYDAN’
Ekîn Yeter Moray got ku rewşên îstîsnaî êdî veguherîne qeydan û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rejîm, rejîmeke wisa ye ku rewşên îstîsnaî veguherand qeydan. KHK’yeke piştî sala 2016’an de hate derxistin piştre bû qanûn û bi vê re 93 şaredar hatin girtin. Mafê bijartin û hilbijartinê yê 5 milyon hilbijêran ji dest hate girtin. Ev sepan di sala 2019’an de bi 56 şaredariyan domiya. Ev tenê bi herêmê re bisînor hema û belavî gelek şaredariyên li Tirkiyeyê jî bû.”