Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin

  • rojane
  • 16:40 19 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Osman Akin hate taloqkirin. 
 
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Osman Akin, ji ber nûçeyên têkildarî îdiayên rêveberê koma çete ya girêdayî dewletê Sedat Peker ên derheqê wezîrê berê Berat Albayrak û kekê wî xwediyê Medya Turkuazê Serhat Albayrak, dihatin darizandin. Ji ber van nûçeyan, li Çelîk û Akin bi îdiaya “Heqaret” û “Îftîra” yê doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Rojnameger Çelîk û Akin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzerê Çelîk, Sercan Korkmaz diyar kir ku nûçeya behsa xeberê li ser malperên înternetan hatine parvekirin û girêdayî hukmên Qanûna Çapemeniyê nînin. Korkmaz, bi domdarî got ku tu hêmayên sûc di îfadeyên di îdianameyê de nînin û beraeta miwekîlên xwe kir. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN 
 
Dadgehê, biryar da ku biryara girtinê ya ji bo Çelîk hatiye dayîn were bicihanîn û danişîna dozê taloqî 30’ê çileya 2024’an kir.