Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
- rojane
- 11:16 01/10/2023
Têkildarî teqîna li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê birîndar bûn, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.
Têkildarî teqîna li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê birîndar bûn, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.
Şewata li daristana Akdagê ya herêma çolter a Dara Hênê derketibû xwe bi xwe vemirî.
Welatiyên Wanê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û ev bang li PDK'ê kirin: "Dest ji xiyanetê berdin."
Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê bi bombeyan êriş hate kirin. Di êrişê de 2 endamên emniyetê birîndar bûn.
Bîrgul Akyildiz ev 31 sal in ji bo dîtina birayê xwe Mehmet Zekî têdikoşe ku ji hêla Hîzbulkontrayê ve hatibû revandin. Akyildiz, got: “Bavê min bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika min sax e lê mîna miriyan e. Heta ku aqûbeta wî diyar dibe dê têkoşîna me bidome.”
Firat Nebîoglû ku li girtîgehê he rdu gurçikên wî jî xera bûne û ji 70 kîloyî daketiye 48 kîloyan û girêdayî diyalîzê ye, 4 meh in serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê nehatiye bersivandin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya navdewletî li dar bixin, bang kir.
Mehmet Ocalan tekildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan anî ziman ku divê hemû kes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe û wiha got: "Heke me bikariya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida."
Çalakvanên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketina greva birçîbûnê diyar kirin ku têkoşîna ku li dijî rakirina tecrîdê tê dayîn lawaz e û wiha gotin: “Bi girankirina tecrîdê dixwazin ku çiraya gelên azadîxwaz vemirînin. Lê ew çira dê venemire û em ê planên komplogeran vala derbixînin."
Li Girtîgeha Beşîkduzuyê ya Trabzonê di serdegirtina qawîşê de qeysikên girtiyê nexweş Abdurrahman Îverendî hatin desteserkirin. Dayika wî bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Kurê min bi alîkariya qeysikê dikare here û were.”
Li gorî biryara YSK’ê ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin, hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin.
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di Girtîgeha Sîlîvriyê d eye, rakirin nexweşxaneyê.
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 26 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Êlihê tê ragirtin û bang kir ku demildest bê berdan.