Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
- rojane
- 17:58 18/10/2023
MSD′ê komkujiya li Xezeyê şermezar kir û ji bo şerê Îsraîl û Filîstînê banga çareseriyeke adilane ya mayînde kir.
MSD′ê komkujiya li Xezeyê şermezar kir û ji bo şerê Îsraîl û Filîstînê banga çareseriyeke adilane ya mayînde kir.
Amedsporê li deplasmanê Karamnsporê 2-1 têk bir û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.
Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan çû serdana Seyfettîn Bahar ku ji girtîgehê tehliye bû û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têbikoşin.
Li navçeya Bayindir a Îzmîrê bi mezinahiya 4,5’ê erdhej çêbû.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a di çalakiya protestoyê ya li ber Konsolosxaneya Îsraîlê de axivî, bang kir ku ji bo êrişên qirkirinê bên rawestandin divê têkiliyên bi Îsraîlê re bên qutkirin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran ragihand ku di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan, 8 birîndar bûn û 3 jî winda ne yan jî hatine binçavkirin.
Yek ji parêzerên Doza Kobanê Ozgur Erol dîmenên ku îtîrafên endamê DAIŞ’ê Servet Koç ê destê wî ji bilî xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di kuştina gelek kesan de ye, tê de bûn û ji malbata Bagdû re şandine li eywana danişînê bi şandeya dadgehê dan temaşekirin.
Di danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari de bi hinceta sê tawanbariyên cuda bi giştî 26 cezayê hefsê hate xwestin.
OHD’ê têkildarî binpêkirinên li Amedê rapor amade kir û got ku di nava 7 mehan de 667 kes hatin îşkencekirin û rastî miameleya xerab hatin. OHD’ê da zanîn ku ji 24 dosyayan 9 jê bi biryara “neşopandinê” biencam bûn.
Rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi tevlibûna sedan kesan hate definkirin.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê li Edene û Antalyayê bi daxuyaniyan hatin protestokirin.
Di danişîna ewil a doza “Sindoqa winda” ku li nûçegihanê me Ahmet Kanbal hatibû vekirin de biryar hate dayîn ku li şahidan were guhdarîkirin.
Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê ku êrişa li dijî nexweşxaneyê ya li Gazzeyê lê hat şermezarkirin, bi bariyerên hesin û TOMA’yan hate girtin. Walîtiyê ragihand ku di çalakiya şermezarkirinê ya duh de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên êrişî polîsan kirine hatine binçavkirin.
Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku navê HEDEP’ê ew kelecan kirine û wiha gotin: “Em ji partiya xwe bibawer in. Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne.”
Berdevka Pentagonê têkildarî êrişa li dijî nexwexşaneya li Gazeyê daxuyanî da û wiha got: “Hamasê, biryargehên xwe di nexweşxaneyan de ava kiriye.” Li ser pirsa “Ji bo vê delîlek di destê we de heye?” jî wiha bersiv hate dayîn: “Di destê min de daneyeke wiha nîne.”