Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê

  • rojane
  • 10:42 1 Cotmeh 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Rojnameger Halît Ermîş, diyar kir ku zêdetirî saleke li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmet nehatiye avakirin û sedema vê jî wiha vegot: “Ji ber ku PDK naxwaze tu partiyên din bibin şirîkên îktîdarê.” 

 
Hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di 20’ê Cotmehê di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind a Iraqê de hatin kirin. Di hilbijartinê de PDK bû partiya yekemîn, YNK duyemîn û Tevgera Nifşê Nû jî bû partiya sêyemîn. Li gorî encaman, PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23, Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xist. Li gorî vê encamê, tu partî nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin. Ji bo avakirina hikûmeta nû divê PDK bi partiyên din re koalîsyonê ava bike. Lêbelê tevî 10 meh bi ser re çûne jî hêj hikûmet nehatiye avakirin. 
 
Rojnameger Halît Ermîş ku geşedanên li herêmê dişopîne, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
Ermîş, da zanîn ku hevsengiyên hêzê yên li Herêma Kurdistanê demekî dirêj e di navbera PDK û YNK’ê de hatine parvfekirin û got: “Di navbera her du partiyan de nakokî hene û ev 10 meh in nehatine çareserkirin. Hevdîtinên di navbera aliyan de her tim baş tên nîşandan lêbelê ev erênîtî qet nekete pratîkê. Nakokiya li herêmê ser tê axaftin ev e; YNK ji PDK’ê dixwaze ku serokatiya herêmê bikeve destê wê. Her wiha wezaretên karên hundir û aboriyê jî dixwaze. Tê gotin ku YNK ji PDK’ê dixwaze ku berpirsyartiya asayîşê bidin wê. Tê gotin ku PDK jî vê qebûl nake û îktîdarê parve nake.” 
 
‘LI GORÎ YASAYÊN HIKÛMET REWA NÎNE’   
 
Bi domdarî Ermîş anî ziman ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê hikûmeta heyî rewa yasayî nîne û got: “Tevî ku tu rewatiya wî nîne jî serokwezîrê herêmê bênavber diçe serdanên derveyî welat. Li dijî vê muxalefeteke baş nehate kirin. PDK ji sala 2010’an heta niha ji Tevgera Goran hêz girt û ‘siyaseteke bi zanebûn meşand.’ Tevahiya partiyên li parlamentoyê girt cem xwe û rayeyên hikûmetê di navbera xwe de parve kir. Piştî ku partiyên muxalîf tevek girtî nava pergalê, êdî partiyeke muxalefetê bike nema. Goranê di nava xwe de nakokî jiya û ji hev parçe bû. Ji ber ku muxalefeta pêwîst nekir, jixwe bû parçeyeke îktîdarê.” 
 
TIŞTÊN DI KULÎSAN DE LI SER TÊ AXAFTIN  
 
Bi domdarî Ermî bal kişand ser piştperdeya hevdîtinên di navbera YNK û PDK’ê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nakokiyên navxweyî yên PDK û YNK’ê hene. Weke mînak, pirsgirêka di navbera Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de heye. Niha di navbera Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî de pevçûnek heye. Heke serokatiyê bidin YNK’ê, dê Nêçîrvan Barzanî li pêşiyê were bicihkirin. Gelo dê çi rayeyê bidin wî? Lewma dê di nava PDK’ê de rê li ber pevçûneke dijwar veke. Dê qadeke nû ya îktîdarê ava bibe. Wê demê Nêçîrvan Barzanî dê qebûl neke. Wê demê dikare bibêje ‘serokwezîrtiyê bidin min’ û malbata Mesûd Barzanî jî dê vê qebûl neke. Ev jî dê rê li ber pevçûnan veke. PDK naxwaze bikeve rewşekî wiha. Li ber kamerayan behsa vê nayê kirin lê di kulîsan de herî zêde li ser vê tê axaftin.” 
 
‘PDK LI BENDA HILBIJARTINÊN IRAQÊ YE’  
 
Di berdewamê de Ermîş bi lêv kir ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo mudaxileyên hêzên derve vekirî ye û ev nirxandin kir: “Hesabên hemû hêzên herêmî û kûrewî li ser Kurdistanê hene. Tê gotin ku DYA zextê li PDK û YNK’ê dike ku hikûmetê ava bikin. Jê re gotiye ku heke hikûmetê ava nekin dê hilbijartinên 2024’ê derbasdar nebin û hilbijartineke nû bê lidarxistin. DYA zextekî wiha dike. Jixwe hikûmeteke ji hêla destûra bingehîn ve ne yasayî û tu rayeyên wê yên biryardayînê nînin heye. Li gorî serê xwe û bi keyfî tevdigerin. Heke DYA’yê ev ferz kiribe, bi rastî jî PDK û YNK dê neçar bimînin lihev bikin. PDK û YNK di hilbijartinên giştî yên Iraqê de jî li dijî hev tevdigerin. PDK ji bo hikûmet neyê avakirin, meseleyê vedihêle.” 
 
‘DÊ BANDORÊN WÊ YÊN SIYASÎ Û ABORÎ HEBIN’   
 
Rojnameger Ermîş, anî ziman ku PDK hewl dide qadên hemleyê yên ku dê li dijî YNK’ê destê wê xurt bikin ava bike û got: “Piştî hilbijartinên 11’ê Mijdarê dê zextên ji bo avakirina hikûmetê zêde bibin. Dê bandoreke aborî û siyasî ya avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hebin. Başûrê Kurdistanê herêmeke dewlemend a petrolê ye. Lê mûçeyên mamosteyan nadin. Qebîneya muxalefeta demokratîk nikare zextê bike. Ji ber ku pergal bi xwe antîdemokratîk e. Yên ku hesabê bidin tune ne. Bi sala ye çerxa vê siyasetê wiha geriya û bi sed hezaran kesan ji Başûr koç krin. Ev, krîzeke cidî ye. Avanebûna hikûmetê ya di 10 mehan de ne pirsgirêkeke salekê ye. Pirsgirêkeke kûr e. Ji ber ku zîhniyeta wan demokratîk nîne.”  
 
‘DIBE KU MUDAXILEYEKE DERVE WERE KIRIN’  
 
Ermîş, daxuyand ku avanekirina hikûmetê nakokiyên civakî jî zêde dike û axaftina xwe wiha qedand: “Her ku pêvajo dirêj dibe, dahata gel jî dikeve. Her ku pirsgirêkên aboriyê rû didin jî dibe ku ev li dijî hikûmetê tevgerên bertek û nerazîbûnê biafirînin. Encama vê dê wiha be. Di nava civakeke demokratîk de lêgerîna maf, mafê we yê sereke ye. Piştî hilbijartinên Iraqê hinek rewşên cuda derketin holê. Jixwe diyar nîne ka dê hilbijartinên Iraqê jî bên kirin an na. Diyar nîne ka dê Iraq jî ber bi ku de biçe. Dibe ku li Iraqê ji nişka ve şerek derkeve. Dibe ku şerekî nû yê navxweyî bijî. Dibe ku mudaxileyeke derve were kirin. Pozîsyoneke wiha heye. Em li herêmekî wisa dijîn ku texmînkirina hin tiştan pir zehmet e. Ji ber ku gelek tişt defacto dimeşin. Heke PDK û YNK lihev nekin, dibe ku Iraq li gorî destûra bingehîn dest deyne ser Herêma Kurdistanê. Divê rê û rêbazekî rê li ber demokratîkbûna siyaseta herêmê vedike were dîtin. Dikare tifaqeke berbiçav an jî di nvaa hikûmeta koalîsyonê de rêveberiyek were avakirin. Bi vî awayî dikare pirsgirêk bên çareserkirin.” 
 
MA / Emrullah Acar  

Sernavên din

11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye