WAN/ŞIRNEX - Rêveberên komele û saziyan bal kişandin ser polîtîka û helwestên li dijî Kurdî û gotin: "Kurdî xeta sor e. Ji niha û pê ve, ne pêkan e ku em dest ji zimanê xwe berdin. Bersiva herî baş a li dijî qedexe û êrişan, li her derê axaftina bi Kurdî ye."
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber reklama bi Kurdî "Koma Me Bona We" ya li ser formayê Amedsporê ku destûr dabû, ceza li Amedsporê birîbû. Ligel bertekên li dijî vê, vê carê jî li Amedê TED Diyarbakir Kolejî bi fermana "yek ziman tirkî" çalakî ji bo zarokan li dar xistin. Dîmenên ku di 26'ê Îlonê de li ser hesabê fermî yê medyaya sanal yê kolejê hatin parvekirin, piştî nerazîbûna raya giştî hatine jêbirin û piştre kolejê daxuyaniyek da û paş de gav avêt.
Rêvebirên komeleyan, nûnerên sendîka û rêxistinên hiqûqî yên ku li Wan û Şirnexê xebatên ziman dikin, destnîşan kirin ku ev nêzîkatî berdewama zîhniyeteke înkarker a 100 salî ye.
'XETA SOR E'
Rêveberê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) a li Wanê Mehdî Gerçeklî, bal kişand ser pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir û got: "Ev nîşaneya polîtîkaya qirêj in. Tiştê ku em dibînin ne polîtîkayên îro ne. Ew berdewamiya polîtîkayên ku ji Peymana Lozanê vir ve li dijî kurdan û zimanê wan hatine meşandin. Ev polîtîka bi armancekê hatine meşandin. Zimanê dayikê ji bo kurdan xeta sor e. Ji niha û pê ve, ne pêkan e ku em dev ji zimanê xwe berdin."
BERPIRSIYARIYÊN PÊVAJOYÊ
Gerçeklî diyar kir ku têkoşîna nêzîkî 50 salî ya gelê kurd, bi taybetî ji bo zimanê dayikê, qadên berfireh afirandine û ev qad dê bi rêxistinbûna wan re hîn mezintir bibe. Gerçekli her wiha diyar kir ku rêxistinbûn dê êrişên nijadperest ên ku Kurdî hedef digirin pûç bike û got: "Gelê kurd di çarçoveya neteweyeke demokratîk û azad de bingeha jiyana bi civakên din re datîne. Di vî warî de, hewldan û xebateke mezin tê kirin. Ev êrişên tekparêz û zorê tenê bêhêzî û bêtehamuliya pergala înkarker nîşan didin."
Gerçeklî destnîşan kir ku yek ji berpirsiyariyên pêvajoyê naskirina nasnameya kurdan û dayîna statuyê ji zimanê Kurdî re ye. Gerçeklî got: "Heta ku qedexe û astengiyên li ser zimanê Kurdî neyên rakirin, hûn ê çawa aştiyê bikin? Hûn ê çawa pirsgirêka kurd çareser bikin? Feti Yildiz, Cîgirê Serokê MHP'ê yê ji Karûbarên Hiqûqî û Hilbijartinê berpirsiyar, çend roj berê li ser hesabê xwe yê X parve kir ku di sala 1979'an de kovareke tirkî-Kurdî ya bi navê 'Kon' weşandinû. Lê îro, em dibînin ku zîhniyeteke qedexekar a li ser zimanê Kurdî berdewam dike. Ger qedexe û astengiyên li ser zimanê Kurdî werin rakirin, êrişên li ser nasname, çand, huner û xwezayê jî dê bi dawî bibin."
ÇARESERÎ XWEDÎDERKETINA LI KURDÎ YE
Gerçeklî diyar kir ku bersiva herî baş a li dijî van êrîşan ew e ku Kurdî di her aliyê jiyanê de zindî bimîne û wiha domand: "Divê her endamekî/e gelê me mala xwe veguherîne qada perwerdehiyê. Divê her kes, ji dayikan bigire heta zarokan, were teşwîqkirin ku bi Kurdî biaxivin. Gelek sazî hene ku perwerdehiyê didin. KURDÎGEH yek ji wan e. Di van saziyan de, ji 7'an heta 70 saliyan, her kes dikare di her astê de ku bi Kurdî perwerdehiyê bibîne. Bi vî awayî em dikarin di nav civakê de guhertinê biafirînin. Yek ji gavên demokratîk ew e ku kurd biçin dibistanê û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em ê her dem vê daxwazê ????bînin ziman. Ev yek dê êrişan bi dawî bike û aştî û demokrasiyê misoger bike."
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ Û ZIMANÊ FERMÎ'
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (Cûdî Der) ku li navçeya Silopiya Şirnexê xebatan dimeşîne Muslum Ergin got: "Yek ji gavên pêşîn ên ku divê ji bo ku pêvajo bigihîje armanca xwe were avêtin, dayîna statuyê ji zimanê Kurdî re ye. Kurdî ji bo her kesî mijareke hesas e. Êrışên faşîst berdewam dikin. Cezayê ku li Amedsporê hatiye birîn li bi mîlyonan welatiyên ku bi Kurdî diaxivin hatiye birîn. Fermana ku li dibistaneke li Amedö ji zarokan re hatiye xwendin bi ruhê pêvajoyê re nagunce. Em nikarin bêyî rêzgirtina li zimanö kurdi û çanda Kurdî behsa aştiyeke birûmet bikin. Meclis îro vebû û divê bi baldarî bixebite da ku statuya Kurdî misoger bike. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Divê Kurdî li her derê bi qanûnî were misogerkirin."
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cizreyê dixebite Edîp Orûç diyar kir ku pêşketin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û wiha domand: "Zimanê Kurdî ji bo kurdan xeta sor e. Pêvajoyek heye û di vê pêvajoyê de divê qedexeyên li ser Kurdî bihatana rakirin. Niha perwerde li dibistanan berdewam dike, lê Kurdî ne zimanê fermî ye. Di vê gavê de em pêş neketin; berevajî vê, em paşve çûn. Di dema Kenan Evren de hatibû nivîsandin, 'Axaftina bi zimanên ji bilî tirkî qedexe ye' û niha jî heman pratîk hene. Zarok tên asîmîlekirin. Divê her malbat li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê kes vê bêrûmetiyê qebûl neke. Bersiva herî baş a li hember qedexe û êrişan ew e ku li her derê Kurdî biaxivin. Divê meclis erka xwe bike û statuyekê bide Kurdî. Aştî bi ziman dest pê dike. Bêyî vê, pêvajo dê negihîje armanca xwe."
QEDEXE Û AŞTÎ
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) a Şirnexê Adnan Şenbayram destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê pêdivîyek e.
Şenayram behsa hişmendiya qedexekar a li ser Kurdî kir û got: "Perwerdehiya bi zimanê dayikê bivênevê ye. Ev maf di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatiye garantîkirin. Divê her kes li qadên giştî bi zimanê dayikê xizmetê wergire. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku ev yek pêk were. Wekî KESK, me pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyona meclisê kirin, yek ji wan, mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê bû. Bidestxistina vê yekê di dema pêvajoya aştiyê de dê pêvajoyê xurt bike. Meclis hatiye vekirin û divê li ser vê yekê bixebite. Ne pêkan e ku qedexe û aştî li gel hev bin."
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şirnexê Sabrî Çatikaş destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li ser zimanê Kurdî sedsal in berdewam dikin û got: "Êriş bi damezrandina komarê re qet nesekinîn. Ev êriş di pêvajoyên aştiyê de jî berdewam kirin. Cezayê ku li Amedsporê hatiye birîn berdewamiya cezayên sedsalî yên li ser zimanê Kurdî ne. Êriş bênavber berdewam dikin. Dewletê ji bo rawestandina vê yekê tu gavên berbiçav neavêtiye. Komîsyonek li meclisê hatiye avakirin û divê ev komîsyon tavilê derbasî qonaxa duyemîn a pêvajoyê bibe û li ser sererastkirinên qanûnî yên ji bo pêşîgirtina li vê yekê bixebite. Heta ku gavên qanûnî neyên avêtin, fikar bi dawî nabin. Divê astengî werin rakirin û divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin. Bêyî vê yekê, aştiyeke rastîn ne mimkûn e. Wekî OHD, em ê vê hefteyê pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê bikin."
MA / Ceylan Şahînlî-Emrûllah Acar