Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin

  • rojane
  • 16:47 18 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan çû serdana Seyfettîn Bahar ku ji girtîgehê tehliye bû û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têbikoşin. 
 
Seyfettîn Bahar ku 31 sal bû girtî û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin tehliye bû. Bahar, li mala xwe ya li Taxa Şahîntepesî ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê bi girseyî hate ziyaretkirin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Behra Spî (AYKAYDER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bozan û gelek welatî di serdanê de cih girtin. 
 
‘EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN TÊBIKOŞIN’
 
Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan di serdanê de axivî û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Ev 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Me di kongreya xwe ya 3 roj berê de anî ziman; dem dema azadiya fîzîkî ya Ocalan e.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Bahar jî ji bo serdanê spasî kir û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştre jî girse çû serdana Mûstafa Akyol ku piştî 13 salan ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tekîrdagê hatibû berdan û mala wan li Taxa Çay a navçeya Akdenîzê ye.