Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir

  • rojane
  • 17:46 18 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED – Amedsporê li deplasmanê Karamnsporê 2-1 têk bir û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.
 
Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, di hefteya 8'an a lîgê de li deplasmanê bû mêvanê Karamansporê. Amedsporê di nîveka ewil de 2 gol avêtin. 
 
Amedspor di deqeya 8'an de bi gola Berk Îsmaîl Unsal 1-0 ket pêşiyê û di deqeya 44'an a maçê de bi gola duyan a Unsal 2-0 ket pêşiyê. Di nîveka duyan a maçê de, di deqeya 90'î de lîstikvanê Karamansporê Nadîr Çîftçî di penaltiyê de golek avêt û maç bû 2-1.
 
Maç 2-1 bi serketina Amedsporê bi dawî bû. Amedspor bi vê maçê pûanê xwe kir 22 û di komê de cihê xwe yê li rêza yekemîn parast.
 
Walîtiya Karamansporê beriya maçê biryar dabû ku alîgirên Amedsporê nekevin qadê.