Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
- rojane
- 09:02 20/10/2023
Rojnameger Xeznê Nebî ya ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê geşedanan dişopîne, diyar kir ku dewleta tirk çavkaniyên aborî yên gel hedef digire û got: “Tenê li Hesekê zêdetirî 2 mîlyon kesî ji qutkirina avê zirar dîtine. Zêdetirî 4 mîlyon û 2 hezar mirov ji vê rewşê bandor bûne. Armanca dewleta tirk ji holê rakirina pergala netewa demokratîk û felçkirina Rêveberiya Xweser e."