Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
- rojane
- 08:54 06/11/2023
Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 203’an bi manşeta “Ha Erdogan ha DAIŞ” derket pêşberî xwînerên xwe.
Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 203’an bi manşeta “Ha Erdogan ha DAIŞ” derket pêşberî xwînerên xwe.
Şaredariya Silopiya bi beşdariya hunermend Şîlan Dora û Koma Sorjiyanê konser li dar xist. Welatiyên ku tev li konserê bûn qadê bi coşa xwe tijîkirin.
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileya kesên hewl didin bikevin Baregeha Încîrlîkê ya li Edeneyê kirin.
Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir.
Hat ragihandin ku li Îranê bi dehan xwendekar ji ber gazê jehrî bûne.
Vedat Urun ku têkiliya wî bi Ak Ocaklariyê re heye û ji ber cînayeta karsaz Oktay cezayê muebbetê lê hatibû birîn, bi hişbirê hate girtin.
Konferansa DBP’ê bi kurdî dest pê kir û bi kurdî bi dawî bû. Her wiha mijarên sereke yên derketin pêş azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bûn.
Di belgeya helwestê ya DBP’ê de bal kişand ser seferberiya xwebirêxistinkirinê, hat gotin ku tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û birya hat dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk tê jî têkoşîn dê were domandin.
Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel li ser navê hemû girtiyan ji konferansa DBP’ê re peyamek şand. Tuncel, konferans silav kir û got: “Xwediyê fikriyata DBP’e birêz Abdullah Ocalan e.”
Di konferansa DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ji bo Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin pêşniyarkirin.
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk ragihand ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.
Artêşa Îsraîlê Kampa Penaberan a El-Megazî bombebaran kir. Di bomberanê de herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, li gelek gelek gund û meydanan navên tirkî û osmanî lê hatin kirin.
Ji rojnameger Suleyman Ehmed ku ji hêla hêzên PDK’ê ve hatiye girtin 12 roj in tu agahî nayên girtin.
Konferansa DBP’ê ya li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir.