Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir

  • rojane
  • 16:28 5 Mijdar 2023
  • |
img

AMED - Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir. 

Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, di hefteya 12’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Etîmesgut Belediyesporê re lîst. Maç, li Stadyuma Tahîr Elçî hate lîstin û bi hezaran alîgirên Amedsporê jî piştgirî dan tîma xwe. Dewreya ewil a maçê 0-0 bi dawî bû. 
 
Gola ewil a maçê di deqeya 56’an de ji hêla lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin ve hate avêtin. Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û Amedsporê reqîbê xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir. 
 
Amedspor dê hefteya pêş li deplasmanê bi Erzîncan 24 Sporê re bilîze.