Li Silopiyayê konsera bi coş

  • rojane
  • 18:06 5 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiya bi beşdariya hunermend Şîlan Dora û Koma Sorjiyanê konser li dar xist. Welatiyên ku tev li konserê bûn qadê bi coşa xwe tijîkirin. 
 
Şaredariya Silopiya ya Şirnexê bi hevkariya Organîzasyona Sanatça di çarçoveya çalakiyên çand û hûnerê de  bi beşdariya stranbêj Şîlan û Koma Sorjiyan li Qada Newrozê konser li dar xist. 
 
‘EM Ê BI HEV RE ŞAHIYA MEZIN LI DAR BIXIN’ 
 
Hevşaredara Silopiya Adalet Fidan destpêkê axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên ku qeyûm li bajarên Kurdistanê dide meşandin polîtîkayên asîmîlasyonê bi xwe re tîne û wiha axivî: "Her çend qeyûm tayîn kiribin ser şaredariyên me jî me bi gav paş ve neavêt. Ew şaredariyên me yên ku hatine desteserkirin jî em ê bi têkoşîna xwe dîsa bigirin. Em ê bi civakeke exleqî şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Em bi van xebatên xwe temsiliyeta şaredariyên me yên ku hatine desteser kirin jî dikin. Em ê tu caran ji têkoşîna xwe gav paşve neavêjin. Em ê 3 mehên din bi hevre şahiya mezin li dar bixin.”
 
Piştî axaftina Fîdan, Koma Sorjiyan ewilî derkete ser dikê û xelkê coşand. 
 
Piştre stranbêj Şîlan Dora derkete ser dike û stranên ji hev xweştir strî. Girseyê bi govend û lîlandinên xwe qadê coş û geş kir.