Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya

img

ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya. 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.
 
Hevdîtin, li Meclisê hat kirin û Bahçelî şande li ber derî pêşwazî kir. Piştî wêne û dîmenê dan çapemeniyê, civîn li odeya Bahçelî ya Meclisê ji çapemeniyê re girtî domiya.