Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye

  • rojane
  • 16:57 12 Kanûn 2025
  • |
img

ÊLIH - Çetîn Arkaş, di Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk a li Êlihê de axivî û got: “Ji bo aştiyeke mayinde, hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye. Em dibînin ku hêj ev zîhniyet neguheriye.”

 
Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Hevdîtin, li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Li eywanê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê li Îmraliyê hatiye kişandin û pankartên “Fikra azad, Rêberê azad, gelê azad”, “Serkeftin dê gelek li me bê” û “Ji bo çareseriya demokratîk rêya Rêbertiyê rêya aştiyê ye” hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li hevdîtinê bûn. Çetîn Arkaş ku di sala 2015’an de 9 mehan li Girtîgeha Îmraliyê hate ragirtin, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tev li bûn. Axêver, li eywanê bi çepik, tililî û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin. 
 
'DIVÊ EM BI KELECAN XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’ 
 
Sûzan Akîpayê di civînê de got ku her çend hatin û çûnên Îmraliyê hebe jî parêzer niha jî nikarin bi dema dixwazin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Sûzan Akîpayê silavên Abdullah Ocalan ji gel re kir û got ku ev saleke dewletê hêj tu gav neavêtiye û ev tişt anî ziman: “Verasetkirineke zagonî nehat kirin. Heke biryarên DMME’yê bicih bînin, dê gelek kes bên berdan. Lê mixabin tu gavek nayê avêtin.” 
 
Di berdewamê de Sûzan Akîpayê got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinan de got: “Ev pêvajo, ji têkoşîna ewil hêj bêhtir min kelecan dike. Em ji xwe bawer in, dê paşvegavê neavêjin.” Sûzan Akîpayê got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes heman kelecanê bijî û got: “Heke di vê pêvajoyê de bi rehetî bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, wisa bawerim ku dê pêvajo pir zûtir biencam bibe.” 
 
'JIN AZADIYA SEROK DIXWAZIN’
 
Ayla Akat Atayê jî got ku rojeva wan a sereke çareseriya pirsgirêka Kurd e û Abdullah Ocalan ji bo vê dixebite. Ayla Akat Atayê banga 27’ê Sibatê, gavên PKK’ê bi bîr xist û got ku berpirsyartiya her kesî di pêvajoyê de heye û divê her kes vê berpirsyartiyê li xwe bigire. Ayla Akat Ata’yê da zanîn ku bi vê boneyê di nava xebatên TJA’yê de ye û got: “Jinan her tim daxwaza azadiya Serok kirin.” 
 
Çetîn Arkaş jî destnîşan kir ku heke pêvajo biser nekeve jî dê gelê Kurd dev ji têkoşîn, azadî û rûmeta xwe bernede û got: “Heke aştiyek bibe dê Rêber Apo girtî nebe û bi xwe jî dê li vir be.” 
 
'HEKE DEWLET BIXWAZE GEL JÊ BAWER BIKE DIVÊ GAVAN BIAVÊJE’ 
 
Di berdewamê de Arkaş anî ziman ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di çarçoveya “dewletê” de tevdigere û got: “Bi rastî jî îro Tirkiye di bin xetereyeke demokratîk de ye. Em dizanin ku beşeke di nava dewletê de ev yek texmîn kirine. Devlet Bahçelî jî berdevkiya vê dike. Hevdîtinên bi Rêbertiyê re didomin lê divê ji vir şûnde êdî hinek tişt şênbertir bibin. Weke mînak, divê Rêbertî çalaktir tev li pêvajoyê bibe û kê bixwaze divê bikare pê re hevdîtinê bike. Ma dê dewlet derfeta vê nede? Ji hêla pêvajoyê ve jî bandorê li tevgera Kurd dike. Li dijî dewletê bêbaweriyek heye. Yên ku divê baweriya gel çêbikin dewlet e. Me tu caran negot ‘ji dewletê bawer bikin, ji vir şûnde rehet e.’ Em wisa nabêjin jî. Heke dewlet bixwaze gel jê bawer bike, divê gavên pêbawer biavêje. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixin. Ji bo vê dixebitin. Ji bo aştiyê pêdivî bi veguherîna zîhniyetê heye. Lê em dibînin ku ev zîhniyet hêj neguheriye.” 
  
Di dema axaftina Arkaş de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. Civîn, piştî bersivandina pirsên welatiyan û guhdarîkirina pêşniyarên wan bi dawî bû.    

Sernavên din

16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'