Dosyeya parêzbendiya Ozgur Ozel û 2 parlamenteran pêşkeşî meclisê hat kirin
Dosyaya rakirina parêzbendiya Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel û parlamenterê Yenî Partiyê Velî Agbaba û parlamentera TÎPê Seda Kadigîl ji Serokatiya Meclisê re hat şandin.
- 16:06
Tîma Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir
Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir. Amedsporê ji transferên nû re serkeftin xwest.
- 15:39
Ji NY'yê der barê qanûna çarçoveyî de daxuyanî: Em piştgiriyê didin
Neteweyên Yekbûyî, têkildarî pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyeke piştgiriyê da.
- 14:24
Ji fîlozofa Fransî name ji bo Abdullah Ocalan
Fîlozofa Fransî Catherine Malabou nameyek ji Abdullah Ocalan re şand, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û wiha got: “Ev gava dawî serketineke mezin e ku bi saya biryara we ya bi wêrekî hate bidestxistin.
- 14:14
Kurtulmuş: Divê her kes li gor hesasiyetên civakê biaxive
Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî anî ziman ku divê dev ji jiberkirinên berê yên zimanê dijminatiyê were berdan û li şûna wê zimanê aştî û xwişk-biratiyê têkeve meriyetê.
- 13:06
Hunermend Nûarîn a piştî 11 salan hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
Hunermend Nûarîn ku li Ewropayê dima û piştî 11 salan hat Tirkiyeyê, li Balafirgeha Çûkûrovayê hat binçavkirin.
- 11:27
MYK a DEM Partiyê bi rojeva qanûna çarçoveyî civiya
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî ya ji meclisê hatiye derbaskirin, bi Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, civiya.
- 11:05
Xelkê Wanê: Qanûn girîng e, lê em azadiya Rêberê xwe dixwazin!
Waniyan anî ziman ku Qanûna Çerçeve hêviya ji bo aştiyê zêde kiriye û bal kişandin ser statiya qanûnî ya Abdullah Ocalan û gotin: "Heya azadiya fizîkî ya Rêberê me pêk neyê, em ê baweriya xwe bi tiştekî neynin."
- 10:08
Solîstê Koma Kamkarsê Hedayatî: Destpêkirina pêvajoyê cihê kêfxweşiyê ye
Ji solîstên Koma Kamkarsê Shahrokh Hedayatî, têkildarî pêvajoyê got: "Li tu devera cîhanê qedexe çareseriyê naynin. Li vir destpêkirina pêvajoyekê pir girîng e û cihê kêfxweşiyê ye."
- 10:01
Ji ber şibandina nav tê darizandin: 2 caran beraet kir, lê...
Çetîn Bayramê ku ji ber heman navî bi îdiayên "heqareta li mezinên dewletê" û "bandora li hilbijartinên Stenbolê" doz lê hat vekirin, tevî ku du caran beraet girtiye jî, hê jî tê darizandin.
- 09:29
- 09:16
Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir
Danê nîvro rejîma Îranê careke din bi mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Geliyê Alaneyê kir.
- 15:41 11
Serokê Giştî yê EMEP'ê Aslan: 'Erêkirina' Qanûna Çarçoveyê nayê wateya 'erêkirina' pergala qesrê
Serokê EMEP'ê yê Giştî Seyît Aslan têkildarî "Qanûna Çarçove"yê ya ji Meclisê derbas bûye, li avahiyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Em li Tirkiyeyê aştiyê û li herêmê aştiyê dixwazin. Ev dengê me yê ‘erê’ jî ne dengek e ku ji desthilatdariyê re yan jî ji qesrê re hatiye dayîn, ev ‘erê’ ji bo ku bibe zemîn û rêyekê ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê Kurd re veke hat dayîn.”
- 14:41 11
Şerê Rûsya-Ûkraynayê: 10 kes mirin
Di êrişên Rûsyayê yên bi fuze, bombardûmana hewayî, drone û topbaranê de herî kêm 10 kes li Ûkraynayê mirin û zêdeyî 25 kes jî birîndar bûn.
- 12:34 11
Dadgeha Şamê cezayê darvekirinê li Beşar Esad birî
Dadgeha Ceza ya Şamê ji ber "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" yên di dema şerê navxweyî de hat kirin, cezayê darvekirinê li Serokdewletê hilweşandî yê Sûriyeyê Beşdar Esad birî.
- 12:26 11
Nivîskarên Kurd: Dê bi aştiyê re rê li ber huner û wêjeyê jî vebibe
Nivîskarên Kurd ku me di 58'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de bi wan re axivî, destnîşan kirin ku qanûna çerçeve gaveke girîng e û gotin ku dibe ku di pêş de gavên erênî bên avêtin.
- 12:20 11
Dengê Botan 16 sal in dibe dengê Kurdistanê
Mehmet Başkurt ê ku 16 sal in bernameya Dengê Botan pêşkeş dike, diyar kir ku bername ji bo Kurdistanê arşiv û hafizeyek e
- 10:55 11
Gundiyên li dijî GES'ê nobedê digirin: Dê têkoşîna me bidome
Şêniyên gundê Cixsê yê Pasûrê ku li dijş GES a dê bi "rapora ÇED'ê ya sexte" bê çêkirin nobed dan destpêkirin, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
- 10:39 11
Di lêpirsîna Şaredariya Kûşadasiyê de 14 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Kûşadasiyê de 14 kes hatin girtin.
- 09:35 11
Bîlançoya erdheja li Kolombiyayê giran dibe
Bîlançoya erdheja li rojavayê Kolombiyayê giran dibe. Hat ragihandin ku ji ber erdheja bi 7.4 pileyî 132 kes mirine û 570 kes jî birîndar bûn.
- 09:30 11
Beşek ji kesên êrişî şêniyên Serêkaniyê kirin hatin girtin
Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl der barê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê de got ku hin kesên têkildarî bûyerê hatine girtin û lêgerîn dewam dike.
- 09:26 11
Pêşnûmeya 'Çerçeve Qanûn'ê hat qebûlkirin: Kîjan partiyê kîjan deng da?
Pêşniyarqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin. Piştî vê rêjeya dengdayînê ya partiyên siyasî jî diyar bû
- 09:23 11
- 09:00 11