Li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Sancaktepeyê hat vêxistin
Bi pêşengiya DEM Partiyê li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Sancaktepeyê hat vêxistin.
Li sûrên Amedê agirê Newrozê hat vêxistin
Li navçeya Sûrê li Birca Ben û Senê agirê Newrozê hat vêxistin.
Salih Muslim jiyana xwe ji dest da
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslîm jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn
Ji bo endamê PKK'ê Celal Amed li navçeya Rezan a Amedê mewlûd hat dayîn
Li Serhedê coşa Newrozê
Agirê Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Ebax û Bêgiriyê hat pêxistin. Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay di pîrozbahiyê de axivî û got: “Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zaliman serî rakir, Kawayê Hemdem li zindanê serî rakir, Rewşenan serî rakir em jî bi heman ruhî Newroza îsal ya Wanê pîroz dikin.”
Li Kadîfekaleyê Newroz: Silav li Îmraliyê!
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bi pêşengiya jinan, li Kadîfekaleyê starta Newrozê da. Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel di peyam şand de got: “Divê em xwedî li wesiyeta Rahşan derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zêdetir bixebitin. Azadiya Birêz Ocalan, wê bibe azadiya hemû zarokên me.”
Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
Kesên di Komkujiya Taxa Gaziyê de hatin qetilkirin, di salvegera 31’an de hatin bibîranîn.
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin
Danişîna ewil a têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, dê sibe li Şirnexe bê lidarxistin.
Li Bazîdê agirê Newrozê hat vêxistin: Gelê Kurd dixwaze Newrozê bi birêz Ocalan re pîroz bike
Keskîn Bayindir, di pîrozbahiya Newroza Bazîdê de axivî û got ku gelê Kurd êdî dixwaze Newrozê bi Abdullah Ocalan re pîroz bike û got: “Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li dijî hebûna Kurdan e.”
Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin
Li Dep a welatê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan Newroz hate pîrozkirin. Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got divê em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.
Girtî Magol li dijî bêhiqûqtiyê dest bi gireva birçîbûnê kir
Endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, li dijî bêhiqûqtiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan dest bi greva birçîbûnê kir.
HTŞ gundên Kobanê talan dike
Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.
Li Bazîd û Depê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û navçeya Depê ya Xarpêtê dest pê kir.
Mazlum Dogan û Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mazlum Dogan û Delîl Dogan, li ser gora xwe hatin bibîranîn.