Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da
Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da

Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da û ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzên êrişkar ji dora bajar, bang li saziyên însanî kir.

Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Hejmara nû ya kovara Jinê derket

Hejmara 154’an a kovara Jinê bi manşeta “Polîtîkayên dewletê yên piştî erdhejê: Bêberpirsyartî, xemsarî û newekhevî” derket.

Malbata Gulistan Dokuyê: Piştî 6 salan faîl yek bi yek xwe digihînin me
Malbata Gulistan Dokuyê: Piştî 6 salan faîl yek bi yek xwe digihînin me

Malbata Gulistan Dokuyê, li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirinek kir û got: “Piştî 6 salan faîl xwe digihînin me. Ji ber ku dizanin şeytên mezin dilîze. Di halê hazir de em tenê van bibêjin.”

Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê: Di Çileyê de 15 jin hatin qetilkirin
Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê: Di Çileyê de 15 jin hatin qetilkirin

JINNEWS’ê, çeteleya tundiyê ya meha Çileyê parve kir û da zanîn ku herî kêm 15 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Dê Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji bo 'Yekitiya Neteweyî' komxebatê li dar bixe
Dê Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji bo 'Yekitiya Neteweyî' komxebatê li dar bixe

Ji Sekreteryaya Bakur a Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sultan Yarayê girîngiya yekitiya neteweyî destnîşan kir û diyar kir ku jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin û ew ê di vê çarçoveyê de li Amedê komxebateke mezin li dar bixin.

Li îdirê jinek hate qetilkirin
Li îdirê jinek hate qetilkirin

Welatiya bi navê Ceren Işik a 28 salî, li taxa Baglarê ya Îdirê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.

Ji TJA’yê daxuyaniya 6’ê Sibatê: Hêj jî jin û zarok di ewlehiyê de nînin
Ji TJA’yê daxuyaniya 6’ê Sibatê: Hêj jî jin û zarok di ewlehiyê de nînin

TJA’yê bi boneya sala 3’yemîn a erdhejên 6’ê Sibatê daxuyaniyek da û got ku hêj jî jin û zarok di ewlehiyê de nînin.

Rûşen Seydaoglû: Li Rojava ya hedef hat girtin, azadiya jinan e
Rûşen Seydaoglû: Li Rojava ya hedef hat girtin, azadiya jinan e

Parêzera TJA'yî Rûşen Seydaoglûyê diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê êrişên li ser destkeftiyên jinan in û got: "Divê em ne tenê wekî hêzeke avaker, di heman demê de wekî hêzek ku li hember van êrişan li ber xwe dide, helwesta xwe diyar bikin."

Halîde Turkoglû: Divê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin
Halîde Turkoglû: Divê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got: “Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê mîsogerkirin û gavên şênber bên avêtin.”

Rapora tundiya li ser jinê: Ji 258 serlêdanan 207 jê tundiya nav malbatê ne
Rapora tundiya li ser jinê: Ji 258 serlêdanan 207 jê tundiya nav malbatê ne

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, diyar kir ku di sala 2025'an de ji 258 jinên ku ji ber tundiyê serî li wan dane, 207 jê di nava malbatê de rastî tundiyê hatine.

Di doza destdirêjiyê ya mele de sedema betalkirina dozê: Ne di asta destdirêjiyê de ye
Di doza destdirêjiyê ya mele de sedema betalkirina dozê: Ne di asta destdirêjiyê de ye

Li Stenbolê, doza der barê mele Îhsan Perteklî de ku bi sûcê "destdirêjiya zayendî" dihat darizandin, bi hinceta ku kiryar di asta "îstîsmara zayendî" de ye, hat betalkirin û wekî hincet jî vekişandina giliyan hat nîşandan.

Dayikên Aştiyê li gelek bajaran daxuyanî dan: Ger derî neyên vekirin em ê sînoran nasnekin!
Dayikên Aştiyê li gelek bajaran daxuyanî dan: Ger derî neyên vekirin em ê sînoran nasnekin!

Dayikên Aştiyê li gelek bajaran ji bo Rojava daxuyanî dan û li dijî venekirina Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê nertek nîşan dan û gotin: “Heke wiha berdewam bike em sînoran nas nakin bi dayîkan mabe em ê wan sînoran ji holê rakin û em ê bi deh hezaran dayîk bikevin wir.”

Siyasetmedarên jin ên tev li meşê bûn: Divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin
Siyasetmedarên jin ên tev li meşê bûn: Divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin

Siyasetmedarên jin ên ku tev li meşê bûn gotin: “Gel geşedanên Rojava û yên Îmraliyê ji hev cuda nabîne. Divê tavilê azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin.”

Akademiya Jineolojiyê der heqê sûcên şer de raporek amade kir
Akademiya Jineolojiyê der heqê sûcên şer de raporek amade kir

Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, der heqê êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkuji û koçberiyê, bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî raporek 34 rûpelî amade kir.

Jin sînoran serbas dikin: Li Rojhilata Navîn toreke nû tê avakirin
Jin sînoran serbas dikin: Li Rojhilata Navîn toreke nû tê avakirin

Endama Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan Besê Şemarî diyar kir ku wan bi banga jinên Rojava kampanyaya piştgiriyê ya bi navê " Bangek ji bo hemû jinên ku sînor, netewe û nasnameyan derbas dikin" dane destpêkirin û diyar kir ku ew armanc dikin ku di pêvajoya nû ya dîzaynê de li Rojhilata Navîn pêşî li çewisandina jinan bigirin.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 403