ENQERE - Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, civîna xwe ya ewil li dar xist. TURK-ÎŞ’ê ragihand ku dê tev li xebatan nebe.
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn ku ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê, ji bo diyarkirina mûçeyê kêmtirîn ê ku dê ji 1’ê Çileyê ve derbasdar be, li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî civîna xwe ya ewil li dar xist. Hevdîtin, dora 30 milyon xebatkaran eleqedar dike. Li bendê ye ku di civîna ewil de tu reqem neyên ragihandin.
Cîgirê Serokê Giştî yê TURK-ÎŞ’ê Ramazan Agar beriya civînê bi Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan re hevdîti kir. TURK-ÎŞ’ê piştî civînê daxuyanî da û ragihand ku dê tev li xebatên tespîtkirina mûçeyê kêmtirîn nebe.
