Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya 2025-12-12 14:08:10 ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.  Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.   Hevdîtin, li Meclisê hat kirin û Bahçelî şande li ber derî pêşwazî kir. Piştî wêne û dîmenê dan çapemeniyê, civîn li odeya Bahçelî ya Meclisê ji çapemeniyê re girtî domiya.