Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
- çand û huner
- 13:51 31/10
Koma Amed ku piştî 30 salan li Amedê konsera ewil dabû, dê di 22’yê Mijdarê de konserê bide.
Koma Amed ku piştî 30 salan li Amedê konsera ewil dabû, dê di 22’yê Mijdarê de konserê bide.
Mojgan Şêxî ku berhemên wê yên ji bo zarokan tên ecibandin, diyar kir ku ew kêfxweş e ku berhemên wê ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin.
Nadya Sevsat a ku ji bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê hat Wanê û bi hevjînê xwe re tekstên Kurdî amade dike, li malê bi zarokên xwe şanoya pirpitokî bi ruh û can dike.
Helbestvanê Kurd Arjen Arî di sala 13’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Endamên Koma Amed ên ku piştî 30 salan klamên xwe stirîn, gotin: “Di vegera Amedê de em ji nû ve vegeriyan roja xwe ya ewil a sala 1988’an. Me Evdilmelîk Şêxbekir, hest kir.” Koma Amed, ji bo vegera welêt bangî hemû hunermendên li dîasporayê kir.
Bi hezaran kes tev li konsera hunermend Xêro Abbas bûn. Konser, di çarçoveya Mihrîcana Zeytûnê de ji hêla Şaredariya Dêrikê ve hat lidarxistin.
Koma Amed piştî 30 salan li Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan konser li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di konserê de axivî û got: “Têkoşîna gelê Kurd li ser pêya ye. Hedefa me azadî, hiqûq û edalet e. Lê armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
Damezînerê Koma Amed a ku dê piştî 30 salan li Amedê konserê bide, Evdilmelîk Şêxbekir bi berhem û bi afirandina kevneşopiya hunera şoreşgerî ve bû navekî nemir.
Endamên Koma Amed ku dê li Amedê konserê bidin, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li cihê le hatiye qetilkirin, bi bîr anî.
Şanoger Tuncay Ozel ku dê bi lîstika xwe ya “Keypa 12500” a dîroka Heskîfê vedibêje derkeve pêşberî şanohezan, got: "Ruhê axa Heskîfê ji bin axê derdikeve û hesabê dipirse. Ji qatil, dagirker û ji wêrankerê xwe hesab dipirse.”
Endamên Koma Amedê ji bo konsera ku dê sibe were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em gelek bi kelecan in. Em ê li Qada Newrozê konsera xwe bi coşa Newrozê bidin.”
Endamên Koma Amedê ku piştî 30 salan dê li Amedê konserê bidin, li balafirgehê bi stranan hatin pêşwazîkirin.
Li navçeya Kerboranê belgefîlma “Dargeçît (Kerboran)” hate pêşandan. Xizmên windakiriyan ên tev li pêşandana belgefîlmê bûn, diyar kirin ku ew ê hestiyên ji bîran hatine derxistin ji bîr nekin.
Nûnerên wêjeya Kurdî yên ku li Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku ew hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin û gotin: "Divê weşangeriya Kurdî li dijî asîmîlasyonê bi awayekî xurttir bê piştgirîkirin."
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amed Dogan Hatûn bang li her kesî kir ku beşdarî konsera Koma Amedê bibin ku piştî 30 salan dê li Amed bê lidarxistin û got ev kom dengê berxwedanê ye.