Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir

  • rojane
  • 19:36 12 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Hevşaerdara Bajarê mezin a Wanê Neslîhan şedal di  Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî axivî û got: “Tu modela ku jinan temsîl nake ne demorkatîk e.”

 
Sendikaya Kedkarên Hemû Şeredariyan û Xizmetên Rêveberiya Herêmî (TUM BEL-SEN), 2’emîn Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê li dar xist. Hevşeredara Wanê Neslîhan Şedal û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ên ku qeyûm tayînî şêna wan hatine kirin tevli sempozyûmê bûn. Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer û li welatên navneteweyî nûnerên sendika û kesên li ser rêveberiyên herêmî û demokrasiyê xebatê dimeşînin jî beşdarî sempozyûmê bûn.
 
Sempozyûm bi axaftina Serokê Giştî yê TUM BEL-SENê Erdal Bozkurt destpê kir. Erdal Bozkurt bi lêv kir ku ji ber sepanên desthilatê yên li dijî demokrasî û hiqûqê her ku diçe desthilat vediguhere rêveberiyeke otoriter û ev tişt gotin: “Niha pêvajoyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kiriye. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde û demokrasî û wekhevî pêk were xala herî girîng rêveberiyên herêmî ne. Ji bo çareseriya demokratîk divê rêveberiyên herêmî bi esas girtina tevlîbûna gel ji nû ve bên avakirin.”
 
Piştre berpirsê Xizmetên Cameweriyê û Rêveberiyên Herêmî yê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya ewropayê (EPSU) Pablo Sanchez li ser rêveberiyên herêmî, pêkhatina demokrasiyê, rewşa karkeran axivî. ji Zanîngeha Ulsterê Dr. Petter O’conno û ji Federasyona Perwerdekaran a Kolombiyayê (FECODE) Marta Alfonso jî li ser zoomê tevlî sempozyomê bûn û mînakên demokrasiyê, rêveberiyên herêmî, şert û mercên welatên ew di nav de dijîn mînak dan û nirxandin kirin.
 
RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN LI ROJAVAYÊ
 
Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer jî li ser zoomê beşdarî sempozyûmê bû. Bêrîvan Omer diyar kir li Rojava şeredariya yekem a Qamişloyê bû û wiha qal kir: “Em bi komîn û kantonan xwe bi rêxistin dikin. Vîna jinan û tevlîbûna jinan esas digirin. Gel bi xwe rasterast tevlî rêveberiyê dibe. Em li ser azadiya jinê hemû şeredariyên me bi awayekî fermî weke hevserok dixebitin. Erk û berpirsyariya wan yek e û tu cudahî tune ye. Di destpêkê de zahmetî me pir dikşand. Jin tevlî şeredariyê nedibûn lê niha jin jî tevlî şeredariyan dibin û guherînên mezin pêkhatin. Di hundirê şerdariyê de meclîsa jinan heye û ew jî hem budçeya xwe û hem jî xebatên jinan bi xwe diyar dikin.
 
Bêrîvan Omer wiha berdewam kir: “Li taxan komîn hene û ew biryarên xwe bixwe didin. Dema asta bajêr de be jî meclîsa bajar biryar digire. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewlet tune ye.Pergaleke bêdewletî û rêveberiyeke herêmî ya civakî hatiye avakirin. Endamên şeredariyê jî di hundirê Yekitiya Şeredariyan de tên bi rêxistinkirin. Li cem me cudahiya karmend û kesên berpiryar tune ye. Wekhev in. Di hundirê şeredariyê de çi biryar bê standin hemû xebatkarên şeredariyê tevlî wê biryarê dibin û fikra xwe tînin ziman.”
 
Hevşaredar Bêrîtan Omer anî ziman ku ji ber êrîşan wan nekarî pergala xwe pêşve bibe û wiha domand: “Binesaziya bajaran hat hilweşandin, cihên ceyranê hatin rûxandin. Gelek êrîş pêk hatin. Em jî niha hewl didin binesaziyên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin û cihên hatine rûxandin çêbikin. Ji aliyê azadiya jinê û demokrasiyê ve jî gavên mezin hatin avetin. Peymana Civakî di 2024an de ket meriyetê. Xebatên parastina zarokan, parastina çanda bajar û ekolojiyê ji hêla kesên pîspor ve tên kirin. Projeya asasî ji aliyê hişmendiyê ve guherandina hişmendî û avakirina azadî û demokrasiya civakî ye. Hevî dikim em jî bikarin werin tecrubeyan bi hev re parve bikin û hûn jî bikarin werin vir. Gelê me pir êş kişandin, şer, pevçûn û kuştin dîtin. Ji ber wê jî gelê me hejayî hemû xebatên baş û xizmetan e.”
 
Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê bi dawî bû.
 
Beriya rûniştina 2’emîn şaredarê berê yê Enqereyê Murat Karayalçin axivî li ser sepanên rêveberiya herêmî ya li Tirkiyeyê rawestiya û qala qanûnên şeredariyê ku di serdema AKPê de hatine hatine derxistin kir.
 
Piştî axaftinê rûniştina 2’emîn  bi sernavê “Li Tirkiyeyê Rêveberiyên Herêmî, Kiryarên Qeyûmtiyê û Lêgerîna Çareseriyê” destpê kir. Moderetoriya rûniştinê Îzzetîn Alpergîn kir. Hevşeredara Wanê Neslihan Şedal ku şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku şûna wî qeyûm hatibû tayinkirin û Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn.
 
Di serî de Ahmet Ozer axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û wiha got: “Ji aliyekî vê em di pêvajoya aştiyê de derbas dibin. Ez piştgiriya pêvajoyê dikim, lê ji aliyê din vê jî ji aliyê desthilatê vê sepanên li dijî pêvajoyê ne tên meşandin. Niha 27 hevşeredar û şaredar girtî ne. Hê jî qeyûm li ser şeredariyan hene. Di vê rewşê de wê çawa aştiyê pêk were? Ez dipirsim, hûn jî bipirsin. Aştî jidilbûn e, heke hûn jidilbin ew pêvajo dê biçe serî. Lê heke hûn ne ji dilbin ew pêvajo jî dê negihêje encamê. Ji bo aştî pêk were û aştî civakî bibe divê gav bên avetin. Di serî de sepanên qeyûman bi dawî bibin û şeredarên di girtîgehan de ne bên berdan. Heta demokrasî û hiqûq tune be aştî pêk nayê.”
 
XESPKIRINA ŞAREDARIYAN
 
Piştre Neslihan Şadal axivî. Neslihan Şadal destnîşan kir ku ew rêveberiyeke demokratik û ekojîk esas digirin û ji ber wê jî hertim qeyûm tayinî li ser şeredariyên wan hatine kirin. Neslihan Şadal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ew sepan bi dawî bibin divê li dijî vê bê hiqûqiyê em dengê xwe bilind bikin. Jixwe di giyana vê pêvajoyê de xurtkirina rêveberiyên herêmî heye. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke dîrokî destpê kir û em jî di vê pêvajoyê de li ser xurtkirina rêveberiyên herêmî diaxivin. Em weke Tevgera Kurd ji ber modela xwe ya şeredariyê dibin hedef. Ew model li dijî pergala netew dewlet û desthilatdariyê weke alternatîfeke. Bi modela hevserokiyê ku wekheviya jin û zilam esas digire, demokrasî û ekoloji di nav xwe de dihewînê û pir zimanî û pir rengî li dijî vê pergaleyê. Modela ku jin ne din av de bin ne demokratik in. Di modeleke rêveberiya herêmî de dema jin ne xwedî gotin bin ew model ne demokratik in. Di encama polîtikayên mêtingeriyê yên li Kurdistanê de ji aliyê waliyên metînger ve şeredariyên me hatin xespkirin.”
 
RÊVEBERIYEKE SOSYALÎST
 
Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî bi zimanê xwe yê dayikê Erebî dest bi axaftina xwe kir û got ku ew ji ber têkoşîna ji bo zimanê dayikê Erspasiya welatiyên Kurd dike. Emrah Karaçay jî bi lêv kir ku ew tevî pergala yekperestiyê ya faşizan jî bi netew û baweriyên cuda di nava aştiyê de dijîn û ev tişt gotin: “Di erdheja 6ê Sibatê de navçeya me jî pir bandor bû. Ji ber erdhejê em jî rastî pir zahmetiyan hatin. Ji bo wê em jî dixwazin rêveberiyên herêmî xweser bin. Qanûnên li Enqereyê derdikevin ji bo Colemerg û Samandagê ne derbasdar e. Em dixwazin rêveberiyeke sosyalîst û civakî ava bikin.”
 
Piştî axaftinan rûniştina 2y’emîn a sempozyûmê bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
Rûniştina 3’emîn a sempozyomê bi sernavê “Pergala Rêveberîyên Herêmî ya Tirkiyeyê çima û çawa divê were guhertin?” pêk hat. Di rûniştinê de Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt moderetorî kir û ji Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Mustafa Kemal Bayirbag, ji zanîngeha Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Sonay Bayramoglu û ji Zanîngeha Başkentê Dr. Alî Mert Taşcier axivîn.

Sernavên din

20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin