AMED – Girtiyê bi nexweşiya giran Rojhat Ozkan, piştî xilasbûna cezayê wî tehliye bû.
Girtiyê bi nexweşiya penceşêr û KOAH’ê Rojhat Ozkan ê ku li Girtîgeha Manavgatê dihate ragirtin, piştî 15 salan duh tehliye bû. Ozkan ê ku hate Amedê bi awayeke girseyî hate pêşwazîkirin. Girseya ku Ozkan pêşwazî kir dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Tevî malbata Ozkan, rêvebirên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û nûnerên partiya siyasî beşdarî pêşwaziya bûn.
Pişt re Ozkan, derbasî mala xwe ya li navçeya Peyasê bû.