NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Murat Çalik, Sabahat Çetînkaya û Mehmet Edîb Taşar û daxwaza tehliyeya wan hate kirin.
Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên bi nexweşiya giran û daxwaza tehliyeya wan hate kirin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya Şaredarê Beylikduzuyê Murat Çalik ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 T3ipa F a Kiriklarê. Di daxuyaniya ku li pêşiya Sumerbank a Kevin li Konakê hate darxistin de pankarta “Girtiyê nexweş dimirin bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc” hate vekirin.
ENQERE
Însiyatîfa Azadiya Girtiyan çalakiya xwe ya 567’an a heftane li Kolana Sakaryayê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Sabahat Çetînkaya ya ku li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî heq e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hefteya 696'emîn a çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (69) ê ku li Girtîgeha Hejmar 5 Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin.
Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş hate hilgirtin û pankarta “Tedawî heq e nayê astengkirin”, “Bila Mehmet Taşar serbest bê berdan” hate vekirin.