AGIRÎ – Gulten Kişanak di “Konferansa Girîngiya Yekitiya Kurd” de axivî û got: “Rêzdar Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me hemûyan de têdikoşe.”
Rûniştina duyemîn ya Konferansa “Girîngiya Yekitiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê tê lidarxistin, destpêkir. Di vê rûniştinê de siyasetmedar Gulten Kişanak, nivîskar û lêkolîner Faîk Bûlût û siyasetmedar Hasan Ozguneş bi moderatoriya Kadîr Kûtevî li ser mijara “Geşedanên Li Rojhilata Navîn û Rewşa Kurdan” nîqaş kirin.
Ewilî parlementerê berê Hasan Ozguneş axivî û da zanîn ku di Rojhilata Navîn de şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime. Hasan Ozguneş, diyar kir ku gelê Kurd di nava vî şerî de ye û got: “Amerîka û hevalbendên wê nikarin li Rojhilata Navîn demokrasiyê çêkin. Desthilatên Rojhilata Navîn jî nikarin demokratîk bibin, lewma şer mezintir dikin. Lê, rêya rêzdar Ocalan ya konfederalîzma demokratîk çareseriya vê erdnîgariyê ye. Divê em yekitiya gelê xwe çêkin û bi gelê xwe re têbikoşin. Heke di nava Kurdan de yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî pêk bê, wê pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn ber bi çareseriyê ve biçin. Yek rêyeke me heye ew jî têkoşîn û yekitî ye.”
DERFETA HEZAR SALAN ÇÊBÛ
Pişt re nivîskar û Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût bal kişand ser guhertina Kurdan û got ku êdî Kurd weke berê nînin. Faîk Bûlût, da zanîn ku ew realîst in û mafê xwe dixwazin û wiha pê de çû: “Li cîhanê kaosek mezin heye. Nexşe diguherin, jiyan diguhere û bi van hemûyan re, Kurd jî diguherin. Ji niha û pê ve dê pêvajoyek dijwar be, lê ev êş êşa jidayikbûnê ya jiyaneke nû ye. Rêyên me bi kevir û bi axê veşartî ne û divê em vê rastiyê nas bikin. Em hezar sal in mafên xwe dixwazin. Ev cara yekem e ku di hezar salan de derfetek ewqas girîng heye. Bandora dînamîkên gerdûnî bandorê li ser ji sedî 85ê herêmê dike. Ji ber vê yekê Devlet Bahçelî sibehekê şiyar bû û van tiştan got. Cîhan û hêzên heyî niha dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, ew ê bi xetereyek mezin re rû bi rû bimîne. Bahçelî baş dizane ku welatê wan tenê bi hembêzkirina Kurdan dikare bijî. Tirkiye neçarî vê pêvajoyê ye. Ocalan dixwaze Kurdan rizgar bike, lê Bahçelî dixwaze dewletê rizgar bike ku Kurdan bi xwe re bibe dê bi ser bikeve.”
FELSEFEYA SERKETINÊ
Siyasetmedar Gulten Kişanak, diyar kir ku armanca sereke ya vê pêvajoyê divê pêşîlêgirtina polîtîkayên asîmîlasyonê be. Gulten Kişanak, da zanîn ku ev geşedanên dawî yên li ser aştiyê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Heke em pêşbîniyên siyasî li ser pêşeroja gelê Kurd dikin, heke em dixwazin bernameyên çareseriyê yên nû pêş bixin, divê ev gel pêşî bi dîrok, çand, ziman û hebûna xwe bijî. Ger em îro behsa yekitiyê dikin, ev bi pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan ve hatiye destpêkirin ve girêdayî ye. Civaka demokratîk a komunal ku rêzdar Ocalan îro ji me re pêşniyar dike, behsa yekitî û yekitîya piştgirîya pergala komunal dike. Dîroka qehremanî û berxwedanê ji bo Kurdan di heman demê de dîroka komkujiyan jî bûye. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî analîz bikin û dersên wê fêr bibin. Hemû berxwedan parçe parçe û herêmî mane û hêzên serdest deriyê têkçûnê vekirine.
Rêzdar Ocalan berdewamî behsa Mem û Zîn û Derwêş û Edûlê dike. Ev destanên neqediyayî bimane ne û rêzdar Ocalan dibêje ‘Ez li rastiyek Kurdî digerim da ku van destanên neqediyayî temam bikim.’ Rêzdar Ocalan hewl dide ku evînên neqediyayî yên di dilê me hemûyan de temam bike. Îro, rêzdar Ocalan vê pêvajoyê ne li ser felsefeya windakirinê, lê li ser felsefeya qezenckirin-serketinê ava dike. Kurd gelekî berxwedêr in, lê têkoşîna wan a ji bo qezençkirinê her nîvco maye.”
‘DIVÊ PARADÎGMA BÊ XURTKIRIN’
Gulten Kişanak, diyar kir ku Kurd di rewşeke nû de ne û divê tevahiya têkoşîna wan li ser serketinê were avakirin û got: “Em êdî naxwazin bedel bidin, em dixwazin serbikevin. Em dixwazin li her çar perçeyên Kurdistanê serbikevin. Ger hemû hêzên serdest bi Kurdan re hevkariyê bikin, tiştê ku divê em bikin ew e ku paradîgmaya vê pêvajoyê bi rê ve dibe xurt bikin. Axa me ji mirinê têr bûye. Em naxwazin barê şînê hilgirin an jî barê mirinê hilgirin. Erka me avakirina pêşerojê ye. Pêşeroja zarok û ciwanên me. Pêwîstiya me bi hêza gotinê û aqilmendiya stratejîk, neteweyek demokratîk, tifaqek demokratîk heye. Em li ber serketinê ne; li şûna parçekirinê, divê em tifaqek prensîbî ava bikin. Em dixwazin civatek demokratîk ava bikin û bê guman, dê nakokiyên me hebin. Kurdan di dîrokê de ev dabeşbûn li dû xwe hiştine. Dema ku Kurd li ber serketinê ne, em nikarin veqetandinê û cuda tevbigerin qebûl bikin.”
‘DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN’
Gulten Kişanak, binê girîngiya vê pêvajoyê ji bo jinan xêz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jin divê pêşengiya civakek demokratîk û çareseriyekê bikin. Ev dem dema aşkerekirina hişmendiyek neteweyî ya stratejîk e. Ev xak ji hêla împaratoriyên mezin ve hatine rêvebirin û mîrateyek mezin maye. Lê Kurd xwedî gotin in. Ev dem dema gotinan e. Ev dem dema hîskirina giraniya gotinan e.”
Piştî axaftinan derbasî rûniştina sêyemîn bûn û dê di vê rûniştinê de siyasetmedarên Kurd li ser mijara “Hewce ye Kurd Li Gel Van Geşedanan Çawa Tev Bigerin” biaxivin.