ŞIRNEX - Di serî de çiyayên Gabar, Cûdî, Kato û Cilênimêja û herêma Bestayê, gelek herêmên Şirnexê bi awayekî fiîlî qedexe ne û nahêlin gel biçe van herêman. Zeynep Tetîk ku ev 35 sal in nikare biçe gundê xwe, got: "Behsa pêvajoya aştiyêdikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe."
Çiyayên Gabar, Cûdî, Kato, Cilênimêja û herêmên Besta, Komato, Kela Memê, Tehtê Reş û Qeşûran ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve 15 rojan carekê wek “Herêma ewlehiya taybet” dihate îlankirin û li welatiyan dihate qedexekirin. Li van herêman bi salan de di bin çavdêriya leşkeran ji aliyê cerdevanan ve dar têne birîn û bi hinceta lêgerîna petrol û madenê tên wêrankirin.
45 MEHAN QEDEXEYA FERMÎ
Li gundewarên Şirnexê qedexeya yekemîn a bi hinceta “ewlehiyê”, ji hêla Walîtiya Şirnexê ve di 14’ê Tîrmeha 2023’yan de dest pê kir. Li van herêman bi destûra walîtiyê her 15 rojan carekê qedexe hate îlankirin û heta Gulana 2025’an domiya. Di malpera fermî ya walîtiyê de bi giştî 45 mehan qedexeya fermî hatiye îlankirin ku ev jî teqabûlê 670 rojan e. Sala 2023’an ku despêka qedexeyê ye wek sala talana xwezayê ye. Her çendî walîtî di malpera xwe ya fermî de cih nede qedexeyê jî hêj jî çûyina welatiyan ji bo van herêman qedexe ye. Lê heman herêm ji bo cerdevanan serbest e.
Rexmê nebûna biryara qedexeyê, welatî nikarin biçin gundên xwe.
‘REXMÊ NEBÛNA QEDEXEYÊ DESTÛR NAYÊ DAYÎN’
Şêniyên gundê Derweşê yê li quntarê Çiyayê Gabarê ev 35 sal in nikarin biçin ser axa xwe ku gundê wan di salên 90’î de hatiye valakirin û her tim wek herêma “ewlehiyê” hatiye îlankirin.
Welatiya bi navê Zeynep Tetîk ku gundê wan hêj qedexe ye û talana daran lê tê kirin, diyar kir ku rexmê nebûna biryara qedexeyê nikarin biçin gund. Zeynep Tetîk, got: "Em dixwazin biçin gundê xwe lê her tim çûyîna me tê qedexekirin. Di bin navê lêgerîna petrolê de gundê me tê tunekirin. Dibêjin pêvajoya aştiyê dest pêk kir lê em hêj nikarin biçin gundên xwe. Her 15 rojan carekê gundê me tê qedexekirin. Gundê me talan kirin, darên me nehiştin. Di bin çavdêriya leşkeran de darên me têne birîn. Li gundê me tiştek nehiştin. Ev 35 sal e em carekê tenê çûne gundê xwe. Me fêkî û sebzê xwe çand lê piştre çûyîna me dîsa hate qedexekirin. Ji bo birîna daran destûr heye lê ji bo welatiyan destûr nîne.”
‘EM DIKARIN BIÇIN EWROPAYÊ LÊ NIKARIN BIÇIN GUNDÊ XWE’
Ayşe Uzen a ji gundê Êrê yê Gabarê jî anî ziman ku qedexeya li ser gundan di pratîkê de didome û wiha domand: "Ev 30 sal in em nikarin biçin gundên xwe. Dest danîna li ser gundê me, niha li gundên me kesên xerîb hene. Ji bo cerdevanan serbest e lê ji bo me qedexe ye. Em jî dixwazin biçin nav bax û baxçê xwe. Em birîna daran dibînin û pê xemgîn dibin. Em êdî dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Em nikarin ji bo seyranê jî biçin gundên xwe. Em ji vir dikarin biçin Ewropayê ku çend hezar kîlometreyan dûr e lê nikarin biçin gundê xwe. Em dixwazin walîtî dawî li van qedexeyan bîne. Em naxwazin gundê me di destê cerdevanan de be. Em dixwazin aştî pêk bê û li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn. Weke her kesê em biçin li gundê xwe bijîn. Em rojên bê qedexe, jiyan û gera azad dixwazin.”
MA / Zeynep Durgut