STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî midaxileya Îsraîlê ya li dijî keştiya Madleenê da û got: “Ev êrişa li dijî hewldana alîkariyê ya sivîl, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
Îsraîlê mudaxileyî keştiya “Madleen”ê kir ku aktîvîsta avhewayê Greta Thunberg û 11 aktîvîstên din tê de bûn û ji bo alîkariya bi Xezeyê re derketibûn rê. Îsraîlê, her 12 aktîvîst binçav kirin û vê yekê rê li ber bertekan vekir.
HDK’Ê DAXUYANÎ DA
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. HDK’ê êriş, dorpêç û polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê şermezar kir, aktîvîstên di keştiya Madleenê de silav kir û got ku ew xwedî li berxwedêran derdikevin.
TULAY HATÎMOGÛLLARI: SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî li ser hesaba xwe bertek nîşanî mudaxileya Îsraîlê da. Tulay Hatîmogûllari, mudaxileya Îsraîlê weke yek ji sehneyên herî rûreş ên sedsala 21’emîn nirxand û got: “Ev mudaxile, bi awayekî aşkera binpêkirina hiqûqa mirovparêz a navneteweyî ye.” Tulay Hatîmogûllari, got ku ev mudaxile li dijî alîkariya bi xelkê Filistînê re, li dijî piştevaniya enternasyonal, hewldanên alîkariyê yên sivîl e û ev tişt anî ziman: “Ev mudaxile, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û ev dorpêça dermirovî ya li ser Xezeyê tavilê rabe.”