Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan
- çand û huner
- 10:09 07/7/2019
Li Qoserê, piştî çûyîna qeyûm yekemîn car ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê lîstîka Kurdê ya “Wê Hesab Neyê Dayîn” hat pêşandan. Bi sedan kes şano temaşe kirin.
Li Qoserê, piştî çûyîna qeyûm yekemîn car ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê lîstîka Kurdê ya “Wê Hesab Neyê Dayîn” hat pêşandan. Bi sedan kes şano temaşe kirin.
Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî piştî helbesta “Jaro” kir stran û bi awayekî klip weşandin, diyar kir ku Jaro her tiştî şênber tîne ziman. Hunermend Hîvron ê ku helbest kir stran jî got "Tahîr Elçî Mem ê welatê me ye."
Şaredariya Pirsûsê, dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanên htin qetilkirin deyne. Ji bo vê jî li bend Şredriya Bajarê Mezin a Rihayê ye ku tapoyê tahsîs bike. Hevşaredar Hatîce Çevîk, diyar kir ku ji bo bîranîna ciwanên hatine qetilkirin tim bijî, ew dixwazin vî peykerî li bxçeyê navend çandê bi cih bikin.
Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Goç Vakfi) ya Amedê pêşengeha wêneyan a “Bi çavên Zarokan Amed” ku ji 40 berheman pêk tê da pêşandan.
Koma muzîkê ya Koma Hevra ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hat avakirin, bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev digere.
Albûma hunermendê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Nickwan bi navê “Rohî Mirdû (Rihê Mirî)” ji Red Music Digitalê derket e. Stranên di albûmê de bi giştî rock in.
Weqfa Mezopotamyayê, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir.
Qaymeqamiya Farqînê di bin navê restorasyonê de xesareke mezin dide Keleha Farqînê ya ku destana dîrokî ya kurdan Zembîlfiroş têde derbas dibe. Ji bo restorekirinê sing di dîwarên dîrokî de hatine kutan û terkên nav kevirên dîwar de bi xercê hatine dagirtin.
Qulûba Werzîşê ya Haci Bektaş Velî, di qada tekwandoyê de li ser hevdu bi ser dikeve. Werzîşvanên qulûbê, bi lêv kirin ku bi saya kursên li cemxaneyê hê bêtir haya wan ji çanda wan çêdibe.
Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê di roja sisêyan de bi dawî bû. Di roja sisêyan de şagirtên sentûr, sêtêl û piyanoyê derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan.
Necîm Mûhammed ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê neçar ma koç bike, li Akademiya Muzikê ya MA'yê derket rêwîtiya muzikê û piştî 5 salan weke piyanîst vedigere Kobanê.
Weşanên Sor dosyayên helbestan ên helbestkarê gewrê yê yê kurd Arjen Arî dike set. Berpirsyarê Weşanên Sor Reşo Ronahî diyar kir ku armanc dikin setê bigihînin Fûara Pirtûkan a Amedê ya TUYAP'ê û got ku jiyana Arjen Arî "Panaromaya kurdan" e.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, waneyên xwe yên dema havînê da destpêkirin. Rêveberê komeleyê Eyyûp Sûbaşi bal kişand ser pola zarokan ku cara yekemîn vedikin û ev tişt got: "Di demên pêş de em ê li taxan jî dbistanan vekin."
Hejmara duyemîn a Kovara "Folklora Me" ya bi naverokek têr û tije derket. Hejmara duyemîn a meha hezîran, tîrmeh û tebaxê ye.
Ercan Altûntaş, Dayikên Laçik Spî yên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de her roj nobet digirtin û tevî hemû zext û zoriyan jî terka qadan nedikirin, xêz kir. Altûntaş, dibêje: "Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim."