Belgefîlma ‘Gîtmek’ li Şîşliyê hat qedexekirin
- çand û huner
- 16:53 28/6/2019
Pêşandana galaya belgefîlma “Çûyîn (Gîtmek)” a ku Komkujiya Pirsûsê vedibêje ji aliyê Emniyet û Qeymeqamiya Şîşlî ya Stenbolê ve hat qedexekirin.
Pêşandana galaya belgefîlma “Çûyîn (Gîtmek)” a ku Komkujiya Pirsûsê vedibêje ji aliyê Emniyet û Qeymeqamiya Şîşlî ya Stenbolê ve hat qedexekirin.
Mihrîcana Xweza û Çandê ya Serhedê ku îsal cara yekemîn ji aliyê Şaredariya Qersê ve bê lidarxistin dê sibê dest pê dike. Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku dê bajar bi mihrîcanê bêhneke baş bistîne û banga beşdarbûna mihrîcanê li gelê Qersê kir.
Navenda Çanda Mezopotamya têkildarî talankirina xwezayê û hilweşandina Heskîfê bertek nîşan da û got: “Li Heskîfê dagirkerî heye. Dixwazin dîrok, çand û axa me tune bikin. Werin em hemû bi hev re lê xwedî derkevin.’
Hevşaredarên Bajarê Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bilgen, civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku di navbera 29-30'e Hezîranê de Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê li dar dixin. Hevşaredaran bang li her kesî kirin ku tev li mihrîcanê bibin.
Qeydên qursên Konservatura Bajêr ên havînê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin.
Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan ku ji aliyê Şaredariya Îdirê ve tê lidarxistin sibê dest pê dike û heta 30'ê Hezîranê bidome.
Pirtûka “Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî” ya berhevkar Nîhat Oner derket. Di pirtûkê de baweriyên gelêrî û baweriyên çîrokên xwe hene di rûpelên pirtûkê de cih digirin. Oner ji bo pirtûka xwe wiha dibêje: “Min temenek daye vê pirtûkê û wê ev temen hêj ji bo folklora kurdan bixebite.”
Hunermend ji bo xwedîderketina Heskîfê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendan got: “Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne çi ji destê me tê em bikin.”
Akademiya Ma Musîcê di 28’ê hezîranê de ji bo xwendekarên xwe bi konserekê merasîma mezûniyetê li dar dixe û şêniyên Amedê vexwend merasîmê.
Li navçeya dîrokî ya Heskîfê şikefta 10 hezar salî bi betonê veşartin. Rênîşander Şêhmus Turgay da zanîn ku çîroka bi hezarên salan a şikefta dîrokî heye û vê şikeftê ji bo bendava temenê wê 50 salî ye tune kirin.
Hesen Ildiz piştî pirtûka xwe ya ewilî Tirspîvan (Belkî, Çîrok. 2015), niha jî bi romanekê derdikeve pêşiya xwîneran. Qal, ji Weşanên Peywendê derçû.
Bernameya îmzekirina ya Nivîskar Mehdî Perînçek ku dê îro li Dêrikê bi xwînerên xwe re bihatina gel hev û pîrtûkên xwe dane îmzekirin, ji aliyê Qaymeqamiya Derikê ve hat qedexekirin.
Nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, di dema çalakiyê de her çend rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû jî romanek nivîsand. Çinar, ragihand ku çavê wî yê rastê pir nabîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin.
Mustafa Bîlîr (52) ji dar û textikên bi kêr nayên, hunerek balkêş hildiberîne. Darên ku berhev dike vediguherîne berhemên hunerî û berhemên wî mirovan matmayî dihêlin. Bîlîr got wî xeyala zarokatiya xwe piştî 50 saliya xwe pêk aniye û ew bi çêkirina van berhemên hûnerî êşa nava dilê xwe dixeritîne.
Belgefîlmê 'Her Mal Dibistanek' ku têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê digire dest, di çarçoveya 12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentarîstê de xelata Xelata Behreyê ya Nû girt.