'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
- aborî-ked
- 09:09 05/1/2018
Nîhat Atmaca yê 50’î sa lin firin, semawer û sobeyan çê dike, diyar kir ku her çi qasê bi şagirtên xwe re bûne hevrikên hev jî, ji vê rewşê pir kêfxweş e.
Nîhat Atmaca yê 50’î sa lin firin, semawer û sobeyan çê dike, diyar kir ku her çi qasê bi şagirtên xwe re bûne hevrikên hev jî, ji vê rewşê pir kêfxweş e.
Ayfer Dîşkayaya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên xwe û zarokê xwe mehekê neçû kar, ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê hat avêtin. Dîşkaya got ku sedema avêtina ji kar, ji ber ku ew endamê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş’ê ye. Ji bo vegere ser karê xwe meheke Dîşkaya li ber nexweşxaneyê têdikoşe.
Aşê ku li gundê Biyadir ê Çelê qirneke xizmeta gelê herêmê dike. Havînan li vî aşî zad û zivistanan jî tehîna navdar a Çelê tê hêrandin.
Hilberînerên leymûnan ên Mêrsînê der barê nûçeyên piştgiriya ji bo çandiniyê de axivîn û bal kişandin ser buhayê mazot gubre û wiha gotin: "Bi kevçiyan didin bi heskê distînin."
Karkerên înşaetê ji ber karê bê ewle dikin û di nava şertên bê ewle de dixebitin gelek ji wan jiyana xwe ij dest didin. Karkerên bê ewle û bê venêrtin li qatên jor kar dikin, jiyana wan li ser text û bizmarekî ye. Wêneyekî karkerên înşatê yê li Amedê ji qatê 6'an hatiye kişandin, nîşan dide ku karkerên înşatê di çi şert û mercan de û çiqas bê ewle kar dikin.
Karkerên DHL Ekspressê ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar avêtin, 171 roj in di grevê de ne û dixwazin vegerin karê xwe. Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, diyar kir ku divê ji mafên sendîkayê yên karkeran re hurmetê bidin nîşan.
Sekretera Jinan a Lijneya Navendî ya KESK'ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku bi KHK'yan 400 hezar karkerên taşeron ji mafê xwe yê kadro bê par hatine hiştin û aqûbet û pêşeroja van karkeran ne diyar e.
Esnafên Dersimê krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku şerê navxweyî yê li welat aborî xistiye vê rewşê. Esnafan got ku ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe pêdivî bi aramiyê heye.
Heqê herî kêm ku zêdeyî 6 milyon karkeran eleqeder dike hezar û 603 TL hat diyar kirin. Karkerên ku heqê kêm distînin bertek nîşanî vî heqî dan û diyar kirin ku birçîbûn kirine qedera karkeran.
Serokê Komîsyona Enerjiyê yê TMMOB'ê Nadîm Bulent Damar, aşkera kir ku ceryan ne malê kesî ye, lê hikumetê wekî amûreke bazirganiyê dide xebatê û wiha got: "Tekan rêya ku pêşî li vê bigire, divê ceryan ji wê rewşa bazirganiyê bê derxistin û wekî xizmetekê bê xebitandin."
Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay a "Em nikarin li hemberî diyarkirina heqê kêm a Hezar û 603 TL" tiştekî bikin" da û wiha got: "Divê ji bo maf bên parastin berî her tiştî OHAL bê rakirin û sendîka û konfederasyon ji bo rakirina OHAL'ê têbikoşin. Bi vî heqê kêm milyonan mahkûmî birçîbûnê kirin."
Karkerên DHL Express û Kod-A Bîlîşîmê bi grevê dikevin sala nû. Karkeran bertek nîşanî “Qanûna navbeynkariyê” ya dê di 1’ê Çileya 2018'an de bikeve dewrê dan û xwestin hemû hêzên kedê di sala nû de bi hev re têkoşînê xûrtir bikin.
Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Abbas Şahîn bertek nîşanî îxrackirina endamên wan ên peywîrdarên hîndekariyê da û got: “Bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji parastina têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin.”
Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Nayif Onal, anî ziman ku ji ber qedexekirina zozan û mêrgan êdî li bajêr sewalvanî li ber qedandinê ye û wiha got: "Demekê li Colemêrgê zêdeyî 5 hezar sewalvan hebûn, lê niha 500 sewalvan hene."
Koordînasyona Kedê ya Yekbûyî ku di 17'ê Kanûnê de hat avakirin, diyar kir ku armanc dikin çalakiyên karkeran hêzdar bikin û destkeftiyên wan zêdetir bikin.