Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye
- aborî-ked
- 09:10 25/1/2018
Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz, diyar kir ku Tirkiye di warê nexweşiyên pîşeyî û cinayetên karî de li cîhanê di rêza 3'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 1'emîn de ye û ev wekî "Rûreşî" pênase kir û wiha got: "Gelek mirin di îstatîstikan de cih nagirin û hejmara ku di raporan de cih digire, gelekî kêm e."