Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e
- aborî-ked
- 09:05 21/12/2017
Di nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ku dihat diyarkirin rewşa aboriya Sûrê baş dibe, lê esnafên Sûrê dibêjin ku ew ber xwe nabînin û rewşa wan ne tu rewş e.
Di nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ku dihat diyarkirin rewşa aboriya Sûrê baş dibe, lê esnafên Sûrê dibêjin ku ew ber xwe nabînin û rewşa wan ne tu rewş e.
Avahîsaz Alev Şahîn ku bi KHK’ê ji kar hat avêtin, di 30’yê Çileyê de dest bi çalakiyê kir. Şahîn 4 rojan li Duzceyê û 3 rojan jî li Kolan Yukselê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam dike. Şahîn ku du zivistanên xwe li derve derbas kirin, diyar kir ku di carekê de mirov dest bi berxwedanê dike.
Karkeran da zanîn ku pêşnûmeya der barê karkerên taşeronî ya berpêşî Meclîtê tê kirin wan nahebîne ev tişt gotin: "Tê gotin ku dê lêpirsîna ezmûn û ewlehiyê pêk bînin. AKP bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê, kadroyên xwe bi pêş dixe û fikarên me yên di vê der barê de zêde ne."
Li navenda Bedlîsê 3 hostayên hesin mane û yek ji wan jî Sabrî Bakar e. Ji ber ku hostayên nû bi pêş nakevin, bi gazin e û wiha got: “Dewlet girîngiyê nade senet û senetkaran. Ji ber bê karê me li ber tunebûnê ye.”
Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'a Stenbolê Cevahîr Efe Akçelîk, di foruma "Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin" de axivî û ev tişt got: "Ayendeya (îstîkbal) xizan û kedkaran di Tirkiyek bê OHAL, bê KHK û bê AKP'ê de ye."
Cotkarên Amedê destnîşan kirin ava ji GAP'ê didin zeviyan, buhayê wê gelekî zêde ye û aşkera kirin ku qezenca wan hemû diçe avê.
Hikumetê "Mizgîniya kadroyên taşeronî!" dabû karkeran, lê karker bi guman li vî sozê hikumetê dinhêrin û dan zanîn ku ew naxwazin bibin pêlîstokên hikumetê û xwestin xebatên taşeronî bên qedexekirin.
Li Gevera ku zivistanek dirêj û hişk derbas dibe gel ji bo xwarinê bi tonan kartoln distîne û dibêjin ku li navçeyê yên ji kartolan hez neke tune ye, lê ji ber ku buha ne nikarin bistînin.
Esnafên Mêrsînê bertek nîşanî daneyên TUÎK'ê yên ku wekî rêjeya mezinbûnê 11,1'ê dan û aşkera kirin ku madem mezinbûniyek heye ew çima nabînin. Esnaf Ozgur Kiliç diyar kir ku ew esnafekî piçûk e, karên wan roj bi roj dikeve û wiha got: "Dema ez di rewşeke wiha de bim, li gorî rewşa xwe diaxivim. Ev mezinbûneke çawa ye."
Mêşvanên bi sermayê re ji Mûşê berê xwe didin Tarsusê, diyar kirin ku her sal hêvî dikin, lê du sal in qet qezenç nakin.
Hikumeta AKP'ê bi sererastkirineke qanûnî dixwaze 900 hezar karkerên taşeronî wekî kadro bigire. Sererastkirina ku beyî pêşniyarên sendikayan tê kirin, hat rexnekirin. Endamê Meclisa ÎSÎG'ê yê Kocaeliyê Aykut Gunel sererastkirin rexne kir û ev tişt got: "Rêveberiya ku kadro û ne kadroyan ji hev venaqetîne dê tu feydeya xwe ji bo kadroyan tune be."
Malbata Koçûlû ku 5 nifş e li baneya ku li gund ava kirine penêrvaniyê dike, di baneya xwe de qaşar û gravyerê xasî Qersê hildiberîne. Malbatê got ku her diçe eleqeya ji bo penêrê gravyerî zêdetir dibe.
Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin.
Esanfên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew maye dikanên xwe bigirin. Seyîthan Şenol ku zêdeyî 20 salan e li xanê esnaftiyê dike, got ku cara ewil e ku ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.
Esnafê li Sîteya Tomerfiroşên Amedê dixebitin, ji ber ku kirîn û firotin kêm bûye û wekî berê qezenç nakin, tengasiyan dijîn. Esnafan diyar kirin ku ew her meh deyn dikin û her meh deynê xwe dewrî meha din dikin.