514 rojin li ber xwe didin
- aborî-ked
- 13:48 15/4/2020
37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK'ê kar dikirin û ji ber bûn endamê sendîkayê ji kar hatin avêtin, 514 rojin ji bo mafê xwe bistînin li ber xwe didin.
37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK'ê kar dikirin û ji ber bûn endamê sendîkayê ji kar hatin avêtin, 514 rojin ji bo mafê xwe bistînin li ber xwe didin.
Sendîkaya Karkerên Serxbixwe yên Medenê, diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî li kanên medenê yên Somayê bêyî girtina bergiriyan xebat li karkeran tê ferzkirin û Kargeha Medenê ya Polyakê 700 karkerî kiriye qampê û xebat li wan ferz dike.
Prof. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku kêmbûna xerckirinên mezaxtinê ya ji ber vîrûsa koronayê dê rê li ber tengbûna pêşkêşî û daxwaziyê vebike û wiha got: “Ji bo sivik derbaskirina qrîzê divê Hikûmet ji mirovan re dahateke ku nekeve bin sînorê birçîbûnê dabîn bike.”
Welatiyên li Wanê ku li dijî vîrusa corona li malên xwe dimînin, li hewş û zeviyên xwe çandiniya baxçeyan dikin. Welatî hem xwe ji vîrûsê diparêzin, hem jî ji bo fêkî û sebzeyên organîk şitilan diçînin û difiroşin.
Li gundê Qizqapan ê Panosê heywanên ku ji bo zivistanê bên firotin payizê bi deyn hatibûn kirîn, ji ber vîrûsa coronayê nayên firotin. Ji ber ku bazar girtîne alvêr nayê kirin.
Li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê, ji ber ku bi rêya malbatên xwe ragihandin ku li girtîgehê bergirî nayên girtin, rêveberiya girtîgehê cezayê dîsiplînê li girtiyan birî.
Platforma Şaxên Sendîkayên Karkerên a Stenbolê, diyar kir ku testên vîrûsa koronayê yên 53 karkerên tersaneyên Tûzlayê pozîtîf derketiye.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriya HDP’ê Berpirsiyar e diyar kir ku wan li dijî vîrûsa koronayê Teklîfa Qanûna Ewlehiya Aboriyê pêşkêşî Meclîsê kirine û dema polîtîkayên aştiyê bikevin sepanê dê Tirkiye 200 milyoar lire tasarûf bike.
Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, bang li hemû sendîkayan kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin.
Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, anî ziman ku heger şewb dirêj dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe û ji bo çareseriyê "hilberîna demokratîk û komunal" pêşniyar kir.
Di 50 xebatkarên Fabrîqeya Xwarinên Hazir ên Egeyê ya li Torbaliyê de vîrûs hat tespîtkirin. Karkerên testên wan negatîf derketin hîna jî dixebitin.
Nûnerê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê Hasan Ogûz, li Şantiya Galataportê ku lê dixebitî, qrîza dil derbas kir û li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Sedema mirina karkerê înşatê Ogûz ku teşhîsa vîrûsa koronayê li hat kirin û tedawiya wê jî dît, weke ‘nexweşiya vegir’ hat ragihandin.
Li gorî hesabê ferqa navbera hatina hilberîna îxracê û kirîna hilbernên îthalat, di meha şisatê de deynê Tirkiye derket 1,23 milyar dolarî.
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hemû polîtîkayên îqtîdarê xetimîne û got: “Îqtîdara AKP’ê hem di serdema krîza aborî de hem jî di vê serdema şewbê de nikar welat birêve bibe.”
Nûnerên Sendîkayan bertek nîşanî ragihandina qedexeya derketina derve ya du rojan dan û gotin: “Ji bo nava hefteyê karker û kedkar karê bidin patronan qedexe nekirine. Karkeran dişînin mirinê.”