Dolar bû 7.0174 TL
- aborî-ked
- 11:45 04/5/2020
Buhayê Lîrayê Tirk (TL) her ku diçe li hemberî Dolar qîmet winda dike. 1 dolar bû 7.0174 TL.
Buhayê Lîrayê Tirk (TL) her ku diçe li hemberî Dolar qîmet winda dike. 1 dolar bû 7.0174 TL.
Akademîsyen Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku pêvajoya şewbê derfetên nû ji bo kedkaran çêkiriye û got ku heke têkoşîneke hevpar nayê dayîn dê pêvajoya hovîtiyê bê jiyandin û divê aktorên nû yên polîtîk derkevin holê.
Îsal ji ber rîska şewba vîrûsa corona komkirin û paletiya çayê zahmet e. Çotkarê çayê Kamil Ustabaş, diyar kir ku salê 3 caran berhemê çayê kom dikin û ger ku berhemê ewil kom nekin dê çay di nava zeviyê de xera bibe û êdî kêrî tiştekî nayê.
Esnafên Sîteya Veguhêzkeran a Rihayê, anîn ziman ku li sîteya wan li dijî vîrûsa coronayê ne tevdîr hatine girtin, ne maske dane wan û ne jî karê wan dibe û gotin: "Em daxilî nav pakêtên aboriyê yên hatine aşakerekirin jî nehatine kirin."
Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Farûk Işik, anî ziman ku AKP'ê şewba vîrûsa coronayê veguherandiye firsendê û li dijî karkeran texrîbata ku di 18 salan de nikaribû bike niha dike û got, ancax civakeke ehlaqî û polîtîk dikare pêşî li ber azadî û rêxistinbûyînê vebike.
Li Mêrsînê karkeran xwest bi awayekî konvoyî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin, lê belê polîsan konvoya karkeran asteng kir.
Karkeran li Îzmir, Êlih, Rihayê li gel qedexeyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bang li hemû karker û kedkaran kirin û xwestin rêxistinbûna xwe xurt bikin.
Endamên Malên Gel li ber Peykerê Madenvanan ê Enqereyê bertek nîşanî mudaxele û binçavkirinên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê dan û gotin ew li her derê ne.
Li Kadikoyê tevî qedexeya derketina derve jî karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Înşatê û Umut Senê ku bi armanca daxwazên xwe bînin ziman derketin kolanan hatin binçavkirin.
Wê îsal jî bi sedhezaran kes ji Rihayê wekî karkerên demsalî bidin ser rêyan.Welatiyên ku wê îsal "destûra taybet" bigirin biçin, behsa zor û zehmetiyên û şert û mercên pê re rû bi rû dimînin kirin.
Komîsyona Kedê ya HDP'ê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran peyamek weşand û got: "Ji bo em jiyanek nû ava bikin, li mal, kolan, ewyan, kargerî, fabrîqe, bax û baxçeyên xwe em jiyanê radiwestînin û bi tilîlî û dirûşmeyan 1'ê Gulanê pîroz dikin. Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne."
Karker û kedkarn bi wesîleya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê bal kişandin ser grîngiya têkoşîna rêxistinkirî û gotin azadî bi rêxistinbûnê dikare were.
Piştî şewba virûsa corona (Covît-19) li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin. Ji ber girtina kargeriyan û betalî zêde bû welatî nikarin debara xwe bikin.
Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger Fatma Alokmen, destnîşan kir ku şewb heye lê belê hê jî fabrîke dişixulin û ji bo 1'ê Gulanê bang li karkerên tekstîlê kir ku xwe birêxistin bikin.
Li Silopiyayê cotkarên fisteqa diçînin, nizanin wê ji ber berazên ku êvarî li nav erdê wan dixin çi bikin. Cotkaran, anî ziman ku esker nahêlin bi şev nobeta erdn xwe bigirin.