'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
- aborî-ked
- 09:07 05/4/2020
Rêvebirê Dev Saglik-Îş'ê Cûmalî Bolat, diyar kir ku vîrûsa coronayê cihêkariyê nake, lê belê Wezîrê Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cihêkariyê dike. Bolat, xwest xebatkarên paqijiyê, nihêrvanên nexweşan, hemşîre û sekreterên tibbî yên di statuya 4-D'yê de jî daxilî statuya sermayeya veberhênaniyê bên kirin.