Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
- rojane
- 13:37 13/5/2023
Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku dengên ku ji bo namzetê serokkomariyê Muharrem Înce yê ji namzetiyê vekişiya bên bikaranîn, dê derbasdar bên jimartin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku dengên ku ji bo namzetê serokkomariyê Muharrem Înce yê ji namzetiyê vekişiya bên bikaranîn, dê derbasdar bên jimartin.
Partiya Çepên Kesk li Amed, Wan û Stenbolê bi beşdariya sedhezaran kes mitîngên hilbijartinê yên fînalê li dar dixe.
Ji şandeya çavdêriyê ya navneteweyî akademîsyen Dr. Katerina Vráblíková, got ku eleqeyeke mezin ji bo Partiya Çepên Kesk heye û ev tişt anî ziman: “Tevî ewqas êş, windahî û zextan jî mirov keyfxweş, bihêvî û di serkeftinê de bibiryar in. Ev yek tiştekî pir hestiyar bû.
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 782’yemîn de didome. Şandeya faransî serdana malbatê kir û got ew ê li Cenevreyê bibin dengê malbatê.
Partiya Çepên Kesk dê 3 hezar 100 hilbijêran bîne Amedê û ji Amedê 410 hilbijêran ji bo dengdayînê bibe bajarên din.
Xwediyê Lêkolîna Avrasyayê Kemal Ozkîraz hat binçavkirin.
Baroya Mûşê ku di demekî kêm ji hilbijartinê re mayî ye xebatên xwe yên ewlehiya sindoqê didomîne, anî ziman ku li bajêr dê 33 parêzer bi awayekî çalak bixebitin.
Abdulhalîm Kirtay ê piştî 30 salan hate berdan û piştî 51 rojan jiyana xwe ji dest da, têkoşîneke mezin û dîmenê kêliya ku strana “Çavên te wek çavên xezalê” dibêje li pey xwe hişt.
Li Êlihê du koman bi sîlehan li hev da û kesek hat kuştin.
Ji sê kesên ku ketibûn Çemê Mûnzûrê cenazeyê Azad Demîral hat dîtin. Beriya niha bi çend rojan jî cenazeyê her du ciwanên din hatibûn dîtin.
Cihên ku wê sibê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk rayên xwe bikar bînin diyar bûn.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem di asta navend hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”
Wezareta Parastinê ragihand ku di operasyonên ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tên birêvebirin de leşkerek hatiye kuştin.
Malbata Şît bi malbatî ji bo ewlehiya sindoqan seferber bû û bûn muşahidên Partiya Çepên Kesk û malbatê banga parastina sindoqan kir.
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku îktidar di mijara girtiyên nexweş de cihêkariyê kûr dike û ev yek li dijî rêgeza wekheviyê ye û di nava civakê de dubendiyê çêdike.