Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay

  • rojane
  • 11:55 13 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Abdulhalîm Kirtay ê piştî 30 salan hate berdan û piştî 51 rojan jiyana xwe ji dest da, têkoşîneke mezin û dîmenê kêliya ku strana “Çavên te wek çavên xezalê” dibêje li pey xwe hişt. 
 
Abdulhalim Kirtay ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û di 22'ê Adarê de hatibû berdan, 51 roj şûn de jiyana xwe ji dest da. Kirtay piştî ku hat berdan, ji ber nexweşiyên xwe yên giran li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin. Kirtay, duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.  
 
Kirtay ê li ber mirinê bû, piştî hate berdan demekî kurt li mala xwe mabû û dîsa rakiribûn nexweşxaneyê. Kirtay ê duh li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate veşartin. 
 
Kirtay ê 30 salan di girtîgehê de têkoşiya, ji bilî têkoşîneke mezin dîmênê kêliya ku strana Seîd Yûsûf a “Çavên te wek çavên xezalê” dibêje li pey xwe hiştin.