Kemal Ozkîraz hat binçavkirin

  • rojane
  • 12:22 13 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Xwediyê Lêkolîna Avrasyayê Kemal Ozkîraz hat binçavkirin. 
 
Xwediyê Şîrketa Lêkolîna Avrasya ku rapirsiyê dike Kemal Ozkîraz ê ku pêr rapirsiya hilbijartina Serokkomariyê û parlamenteriyê belav kiribû, hat binçavkirin. Ozkîraz ku hat binçavkirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand. 
 
Li gorî encamên rapirsiya Avrasyayê; di hilbijartina serokkomariyê de Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 44,2 û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî bi rêjeya ji sedî 51,3 deng wergirtine.