Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin

  • rojane
  • 17:51 14 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Di encama teqîna trafoyê de li Dibistana Amadehî ya Alî Fûat Başgîl a Îmam Hatîbê şewat derketibû. Şewat hate vemirandin û deng tên hejmartin. 
 
Li Dibistana Amedehî ya Alî Fûat Başgîl a Îmam Hatîbê ya li navçeya Uskurdar a li Herêma 1’emîn a Stenbolê ji ber teqîna trafoyê şewat derket. Şewat derdora 16.00’an de derket û li ser vê yekê hilbijêr ji dibistanê hatin derxistin. Her wiha ceyran hatin birîn. Piştî ku şewat hat vemirandin, dîsa ceyran dan dibistanê. 
 
Kar û barê hejmartina dengan a li dibistanê dest pê kir.