Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn

  • rojane
  • 23:10 14 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rihayê di sindoqa bi hejmara 1377’an de 72 dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin, ji MHP’ê re hate nivîsîn. 
 
Di hilbijartinên Serokkomariyê û yên Giştî de nelirêtiyên di hejmartina dengan de dewam dikin. Li Taxa Narlikûyû ya navçeya Karakopru ya Rihayê di sindoqa bi hejmara 1377’an de 72 dengên ku Partiya Çepên Kesk wergirtin, di girteka encama sindoqê de ji MHP’ê re hate nivîsîn. 
 
Partiya Çepên Kesk, li dijî ve yekê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.