Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin

  • rojane
  • 23:59 14 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Di kêliya ku dengên derveyî welat dihatin jimartin de endam û rêveberên AKP’ê ku ne wezîfedar bûn jî hewl dan bikevin hundir. 
 
Dengên derveyî welat li Eywana Congresium a Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê tên jimartin. Dema deng dihatin jimartin şer derket. Hin kesên ku xwe wek AKP’iyan nîşan dan û kartên wan nebûn hewldan bikevin hundir. Di navbera AKP’iyan û wezîfedaran de alozî derket. Piştî nîqaş û aloziyê AKP’yî ji eywanê hatin dûrkirin.