Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin

  • rojane
  • 15:26 28 Gulan 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin. 
 
Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê deng bi komî hatin dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana gund. Endamên AKP’î û Partiya Yenîden Refahê û cerdevanan êrişî parlamenter û parêzeran kirin. 
 
CERDEVANAN GULE BERDAN HEWA
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agralî dema dixwest kêliyên êrişê bikişîne, ji hêla AKP’iyan û Serokê Partiya Yenîden Refahê yê Rûbarokê Reşît Ekîncî ve hate astengkirin. Agralî têkildarî bûyerê ev agahî da: “Nîşaneyên ku deng bi awayekî komî tên dayîn hebûn. Li ser vê yekê lijne û serokê sindoqan agahî bi me re parve kirin. Endamên AKP û Partiya Yenîden Refahê yên dîtin ku haya me ji rewşê bûye, hewl dan aloziyê çêbikin û me ji wir derxînin. Hêzên ewlekariyê ketin hundir û hewl dan rê li ber bûyerê bigirin. Di vê navberê de li derve di navbera du koman de rageşî derket. Cerdevanan li hewa gule reşandin.”