Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin

  • rojane
  • 16:23 28 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin û afişên hilbijartinê yên Tayîp Erdogan ji bilboardên şaredariyê ne daxistin. 
 
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) duh ragihand ku qedexeyên hilbijartinê saet di 18.00’an de destpêkirine û wê 24 saetan berdewam bike. Lê tevî vê yekê jî afîşên namzetê Serokkomariyê yên Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan nehatin daxistin. 
 
Li semta Baglûm a navçeya Keçîoren a Enqereyê afîşên hilbijartinê yên Erdogan ji bilboardên aydê Şaredariya Keçîoren a AKP’î nehatin daxistin.