Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
- rojane
- 12:58 18/6/2023
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi çekên giran êrişî gundên Hesekê dikin.
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi çekên giran êrişî gundên Hesekê dikin.
Malbata Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya dijital ev bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç kir: “Em li benda îcraetê ne.”
Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk anî ziman ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku li ser tecrîda li Îmraliyê neyê axaftin dê hevhelalkirin çênebe.”
Welatiyên Bismilê bertek nîşanî şerê di navbera du malbatan de dan ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û banga “Sulhê” li aliyan kirin. Welatiyan got ku divê êdî bûyerên bi vî rengî neqewimin.
Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê pirsa “Stratejiya PKK’ê çi ye” ji girtî Îsmaîl Hakkin Tursun pirs kir ku 31 sal in girtî ye. Înfaza Tursun, bi îdiaya “rewşa wî baş nîne” cara duyemîn hate şewitandin.
Li navçeya Sûrê di çarçoveya "Projeya Firehkirinê" ya Parka Anzeleyê de biryara îstimlaqkirinê hat dayîn. Welatiyan got: "Em ê ji vir dernekevin. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê."
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê encama tirsa ji hêza çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku CPT'ya ku xwe li bêdengiyê datîne, rewabûna wê hatiye asta lêpirsînê.
Salih Kuday, birayê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de, diyar kir ku birayê wî li ber "mirinê" ye û bang kir ku her kes bibe dengê girtiyên nexweş.
Meryem Îverendî ku heya niha polîsan sed carî avêtiye ser mala wê û kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî hatine girtin diyar kir ku ew ê tu carî dest ji doza xwe bernede û wiha got:" Ma ez ê çawa bêriya zarokên xwe nekim? Bi bîranînên wan dijim. Di nava rojê de 20 caran li wêneyên wan dinêrim. Lê ji berxwedanê pêvetir çare nîn e."
19 kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt. Sedema xwekuştinê nehat hînkirin.
Denîz Poyraz li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di bîranînê de axiv, got: "Me soz daye Denîzê, dê ev têkoşîn mezin bibe."
Parlementera Partiya Çepên Kesk Nejla Demîr ku di 25'emîn salvegera bîranîna Sema Yuceyê de axivî, got: "Sema Yuce, bi wêrekiya xwe bû mînak ji bo jinên kurd."
Rojnamevan Sînan Aygul ê demeke nelirêtî û firotinên erd ên şarederiyê dinivîse, rastî êrişa parazvanên şaredarê AKP’î hat. Aygul ê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.