Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin

  • rojane
  • 12:58 18 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi çekên giran êrişî gundên Hesekê dikin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên li bakurê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin. 
 
Hat ragihandin ku gundên Bobî û Um Heremlê yên girêdayî navçeyê bi çekên giran hatine topbarankirin.