Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
- rojane
- 09:05 17/6/2023
Di ser mirina Temer Temel ê ku li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin re 40 roj derbas bûn, lê hê jî lêpirsîn wekî berê ye. Biraziyê wî Ferhat Temel, bilêv kir ku tê xwestin ku bûyer weke bûyereke malbatî bê nîşandan û wiha pirsî: "Li gundekî ku bi kamerayan tê şopandin çawa dibe ku kiryar nayê dîtin?"