ŞIRNEX – Şîna Ugur Daniş û Vedat Acar ên HPG’î yên ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Şîna Ugur Daniş (Demhat Feraşîn) û Vedat Acar (Cesûr Sipîndarok) ên ku di 17’ê Kanûna 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabûn, li navçeyên Cizîr û Silopiyayê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Şîn bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî ve bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo serdana şîna Ugur Daniş a ku li taxa Nûrê hatibû danîn, girse li pêşiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê kom bûn. Girse rexmê astengkirina polîsan bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîn” ve ber bi mala şînê meşiyan.
‘EM HER TIM TÊKOŞIYAN’
Piştî merasîma rêzgirtinê Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez wiha axivî: “Em wek gelê Kurd bi sedsalan li ser axa xwe hatin înkarkirin. Em bi gelek qirkirinan re rûbîrû man. Lêbelê me tu carî serî netewand. Em her tim têkoşiyan. Em dixwazin li Rojhilata Navîn birûmet bijîn. Hişmendiyên faşîst hewl da ku me qir bike lê bi serneket. Bi hezaran ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Em ê tu caran wan ji bîr nekin. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derbikeve.”
Piştî xwendina diayan şîn bi dawî bû û girser bi dirûşma “Şehîd namirin” ve ber bi avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê ve meşiyan.
‘ŞEHÎDÊ HEMÛ KURDISTANÊ YE’
Piştre şîna Vedat Acar a ku li taxa Yenîşehîrê ya Silopiyayê hatibû danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseya ku li Parka Ahmet Kaya kom bû, rexmê astengiya polîsan bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” ve ber bi mala şînê ve meşiya. Piştî merasîma rêzgirtinê bavê Vedat Acar Suleyman Acar ev tişt got: “Vedat ne tenê lawê min e, şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ez spasi hemû beşdaran dikiim.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal wiha axivî: “A ku dikeve ser milê me divê em li bîranîna şehîdan xwedî derbikevin. Ji bo vê yekê divê em yekitiya xwe xurt bikin û guh bidin Rêberê xwe. Ev sedsal, sedsala Kurdan e. Bila serê hemû gelê Kurd û serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.”
Şîn piştî xwendina diayan, bidawî bû.