ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 26/6/2023
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
Bi Biryarnameya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin re Erol Ayyildiz weke Midûrê Giştî yê Emniyetê hate tayînkirin û waliyên 3 bajarên herêmên erdhejê jî hatin guherandin.
Li navçeya Bazarcixê bi pileya 3.4 erdhej çêbû û kurahiya wê weke 6.7 km hate aşkerekirin.
Rojnamevan Merdan Yanardag di bernameya televîzyonê ya ku tevlibûyî de tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Di hiqûqê de tu cihê tecrîda li Abdullah Ocalan tê kirin nîne. Divê bê rakirin.”
Li navçeya Elkê midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi hişbirê ve hate girtin.
Ji bo endama YJA-STAR’ê Dîlan Dûrmûş a li herêma Zapê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn.
Endamê PM’a HDP’ê Ozcan Teker ku li Stenbolê hate binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêvajoya jinûveavakirinê, li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin.
Zarokê bi navê Ebdullah Berzan ku 5 sal berê dema li Qamişloyê ji xwe re lîstik dilîst û bi êrişa dewleta tirk birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Kazim Koyuncu di 18’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Hopayê hate bibîranîn.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome û malbatê ev peyam da: “Daraz hêj jî xwe li kerr û laliyê dide.”
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna şerê li Bismilê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de hatine girtin derket 13 kesan.
Hatîce Atan ku weke “Keça manewî” ya Erdogan tê naskirin û neguhêzbara Şaredariya Cizîrê weke ofîsa xwe ya taybet bi kar tîne, weke mişawira wezîr hate tayînkirin.
Ji xizmên karkerên li Trabzonê rastî êrişa nîjadperest hatin R.G. da zanîn ku heta niha têkildarî êrişê tu kes nehatiye binçavkirin û wiha got: “Eleqeya bûyerê bi me re nîne. Êrişeke li dijî kurdan e.”
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyek revandin û zeviyên çandiniyê şewitandin.